Ji DBP, HDP û KJA'yê banga hevgirtina bi Farqînê re
13:28
JINHA
AMED - Li gel heyeta ji parlamenterên HDP'ê û rêvebirên HDP û DBP'ê pêk hatiye ber bi Farqînê ve bi rê ketin, her du partî jî bi daxuyaniyên nivîskî bang li gel kirin ku bi berxwedana gelê Farqînê re hevgirtina xwe bilind bikin. KJA'yê jî bang li jinan kir ku xwedî li berxwedana Farqînê derkevin.
Parlementerên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca, Çaglar Demîrel, Hevserokê HDP'a Amedê Omer Onen, rêvebirên DBP û HDP'ê û gelek welatî, ber bi navçeya Farqîn a Amedê ya ku ev 7 roj in li 3 taxan rewşa awarte berdewam dike û heya niha 5 sivîl ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin, bi rê ketin. Her wiha DBP û HDP bi daxuyaniyên nivîskî banga xurtkirina hevgirtina bi berxwedana gelê Farqînê re kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, ji taxên Konak, Mescît û Tekelê agahî nayê girtin û li navçeya ku xetên av, elektrîk û telefonan hatiye qutkirin, welatî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bibersivînin. Di daxuyaniya tê gotin ku ji bo li navçeyê jiyan normal bibe divê qedexeya derketina derve were rakirin, dewlet polîsan û wesayîtên zirxî derxe derveyî navçeyê û dev ji pêkanînên darbeya 12'ê Îlonê berde. Di daxuyaniyê de her wiha bang li raya giştî tê kirin ku ji bo rê li ber komkujiyan were girtin, hevgirtina xwe ya bi gelê Farqînê re xurttir bike.
KJA: Em bang dikin ku hemû jin xwedî li berxwedanê derkeve
Kongreya Jinên Azad (KJA) jî derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de tê gotin ku pevçûnên li navçeyê îro girantir bûye û ji ber sewqiyata li navçeyê tê kirin ew bi fikar in ku êrîşên giran û komkujî pêk werin. KJA, bi taybet bang li jinan kir ku xwedî li berxwedana Farqînê derkeve.
(rc)