Jin sibê diçin Farqînê
14:44
JINHA
AMED - KJA yê dibin qedexeya derketina kolanan de êrîşên ser Farqînê berdewam dikin şermezar kir û diyar kir ku ji bo şêwirmendiya bi jinên Farqînê re dê sibê ber bi Farqînê ve birêkevin.
KJA yê bang li hemu jinan kir ku li hemberî 7 roj dorpêça ser Farqînê û dibin dorpêçê de berdewamkirina êrîşên polîsan û li hemberî wan êrîşan şêwirmendiya bi jinên di kolanên Farqînê de li ber xwe didin re sibê ber bi Farqînê ve bikevin rê. Di civîna çapemeniyê ya li Salona Konferansê ya Navenda DBP'ê hatî lidarxistin de Hevseroka HDP'a Amedê Gulşen Ozer axivî. Gulşen da zanîn ku di şer de herî zêde jin bandor dibin û wiha domand: "Her roja diçe êrîşên dewletê ser kurdan zêdetir dibe û ji bo ku tenê kurdekê jî nehêlin hemû derfetên xwe seferber dikin. Em hem weke jin û hem jî weke gelê kurd emê ji vê re desturê nedin û ji bo pêşîlêgirtina qirkirinan li ber xwe bidin. Bi vê buneyê em bang li hemû jinan dikin ku bi giyana berxwedana jinên Kobanê, li gel jinên li Farqînê liberxwebidin û bi wan re bibin yek deng."
Dê sibê saet di 08.30'an de jin li ber avahiya DBP'a Amedê bicivin û ber bi Farqînê ve bikevin rê.
(zt)