Piştgiriya Amedê ji Ferqînê: Em ê vîna xwe teslîmê tu kesî nekin

14:54

JINHA

AMED - Li navçeya Farqîn a Amedê ku ev 7 roje dorpeçkirina polîsan berdewam dike, li navçeya Peyas a Amedê bi sedan welatî ji bo terora dewletê protesto bike meş li dar xist.

Li navçeya Peyas a Amedê, bi sedan welatî ji bo protestokirina terora dewletê ya li Farqînê meş li dar xistin. Welatiyên li ber Navenda Çand û Hunera Cegerxwîn kom bûn heya Parka Rojava meşiyan. Di meşê de pankartên "Biji berxwedana xweserî","Botan berxwedide, Farqin û Sur ê silav dikim" û "Hemberî faşîzmê bi xweseriyê berxwebidin" bal dikşand û diruşmê "Bijî berxwedana Farqîn ê", "Bijî berxwedana Sur ê", "Bijî Serok Apo" û "DAIŞ ji Kurdistanê here" hate berzkirin.

'Heya êrîş berdewam bikin ewê çalakiyên me jî berdewam bike'

Piştî meşê, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Peyasê Ramazan Şîmşek daxuyanî da û got ku li hemberî êrîşan dê berxwedana gel berdewam bike. Ramazan da zanîn ku hikûmeta AKP'ê bi şer û komkujiyan hewl dide vîna gelan bişkîne û wiha axivî: "Emê vîna xwe teslîmê tu kesî nekin. Heya êrîş berdewam bikin ewê çalakiyên me jî berdewam bike. Em berxwedana gelê Farqîn, Cizîr û Geverê silav dikin."

(ha/rc)