Hunermend: Bi lezgînî pêdiviya me bi aştiyê heye
15:07
JINHA
STENBOL - Li 3 taxên Farqînê di roja 7'an de qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Di encama gulebarana tîmên tayîbet a ser qehwexaneyekê de kesekê jiyana xwe jidest da û du kes jî birîndar bûn. Hunermenda ji bo rewşa heyî bang li raya giştî kirin û gotin: "Divê bi lezgînî dest bi hevdîtinên aştiyê bên kirin."
Li navçeya Farqîna Amedê dibin qedexeya derketina kolanan de êrîş berdewam dikin û 4 kesan jiyana xwe jidest daye. Di roja 7'an a qedexeya derketina kolanan de kesekê jiyana xwe jidest da û du kes jî birîndar bûn. Hunermend girêdayî rewşê axivîn û di serî de Farqîn banga şêwirmendiya bi gelê Kurdistanê re li her kesê kirin.
'Êrîş eserê yên tehdîdên beyaz torosan dikinin'
Hunermend Pinar Aydinlar destnîşan kir ku êrîş eserê yên dixwazin bi tirsê, koça bidarê zirê û tehdîdên torosên sipî dixwazin gelek rêxistinkirî tinebikin û wiha domand: "Lê jin, zarok û ciwan dizanin ku ew xwediyê pêşerojekêne. Yên Farqîn û Kurdistanê tenê bihêlin nikarin qala tekoşîna şoreşê bikin. Ev êrîş ser karker, gelên tên perçiqandin û yên tekoşîna azadiyê didin tên kirin. Ya em dijîn ne lîstokeke. Rastî şoreşgeriye û ya ji me tê xwesitn mil bi milê hev berxwedan kirine."
'Divê lezgîn hevdîtinên aştiyê bên despêkirin'
Hunermend Lale Mansur jî di serî de dewlet bang li her kesê kir û wiha berdewam kir: "Ev rewş bê mirina mirovan jî dikare bê helkirin. Demdirêj bû mirov nedimirin. Hema ji nîşka ve çî bû? Divê bi lezgînî dest bi hevdîtinên aştiyê bên kirin. Weke berê li gelek deverên dinê niha li Farqînê qirkirin heye. Divê aştîxwaz hîn zêdetir dengê xwe bilind bikin. Em di rewşa vegera salên 80, 90'an û hîn rojên xiratir denin. Li Tirkiyê hîna kortên tejî beden ên nehatine vekirin hene. Em cardin vegeriyan wan rojan. Bi lezgînî pêdiviya me bi aştiyê heye."
(zt)