KJA; Dê Amed starta çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê li Farqînê bide

15:36

JINHA

AMED - Têkela KJA yê bernameya xwe ya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Navnetewiya Tekoşîna Jinan a li Hemberî Şidetê bi raya giştî re par kir û diyar kirin ku dê sibê li Farqîna dibin êrîşan de starta çalakiyên xwe bidin.

Têkela KJA yê li Salona Civînê ya Navenda DBP'a Amedê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê Roja Navnetewiya Tekoşîna Jinan a li Hemberî Şidetê bi raya giştî re par kir. Dê îsal çalakiyên 25'ê Mijdarê bi duruşma 'Şideta ser jinan îdeolojîke, parastina cewherî mafe' li hemû navend û navçeyan bên lidarxistin. Dê îsal starta çalakiyan li Farqînê bê dayî.

Çalakiyên KJA'ê yên heya 25'ê Mijdarê wihane:

10 Mijdar: Saat 08.30'an de dê jin li ber avahiya DBP'a Amedê bên bahev û biçin Farqînê

14-15 û 16 Mijdar: Dê hemû jin beşdarî komxebata navendî bibin

20 Mijdar: Saat 13.00'an de li Bismilê meş

21 Mijdar: Saat 13.00'an de li Erxeniyê meş

22 Mijdar: Li Karazê dê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn

24 Mijdar: Saat 12'an de li ber Şarecariya Bajarê Mezinê Amedê dê jin li hev kombibin û biçin kampan Şengalê ya li herêma Fidanlika girêdayî navçeya Yenîşehîra Amedê.

25 Mijdar: Saat 12'00'an de dê jin li Sumerparkê bicivin û heya Navenda Çand û Hunera Dicle Firadê bimeşin û li wê daxuyanî bidin çapemeniyê.

Li gel van dê li hemû navend û navçeyan bilbor bên daleqandin. Dê heya roja 25'ê Mijdarê li hemû taxan ji bo jinan semînerên hişmendiya jinê bên dayîn.

(zt)