Ji Şaredariya Bedlîsê ji bo jinan kursên werzîşê
16:37
JINHA
BEDLÎS - Şaredariya Bedlîsê bi armanca jin beşdarî faliyetên civakî bibin kursên werzîşê yên weke aerobik, plates û step vekirin.
Şaredari ya Bedlîsê bi armanca jin beşdarî faliyetên ciwakî bibin kursên werzîşê yên weke aerobik, plates û step vekirine. Ji bo jinan kursên hatin vekirin wê heftiyê 3 rojan ji aliyê pisporê werzîşê ve perwerde were dayîn. Jinên bixwazin tevlî kursan bibin divê serî li Navenda Piştgiri ya Civak a Şaredariya Bedlîsê bidin.
Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Daşdemîr Dagkiran anî ziman ku batek gelek giran ser milê jinan gelek heye û wiha got: "Jinên ji kar derdikevin tên mal, hîn stres û betlandina kar ji ser xwe navêjin dest bi karê malê dikin. Jin ji bo pêdiviyên zarokên xwe liber xwe didin. Ji bo jinan qadên ku dikaribin stres bavêjin me jî eywanê werzîşê vekir. Ev gavek mezine ku jiyan tenê ne di nava malê de ye li qadên civakî de jî jiyan diherike jin dibînin. Kursên ku bê pere were dayîn em li benda tevlîbûna hemû jinên Bedlîsê ne."
(ha/zt)