Zarok dema ku mezin bibin êdî wê nebin polîs!
09:31
Bêrîtan Canozer/ JINHA
AMED - Surê ku di hedefa êrîşa polîsan de ye herî zêde zarok pê bandor dibin. Zarokê bi navê M.D diyar kir ku ji ber êrîşa polîsan ew gelek ditirse û nexweş ketiye û wiha dibêje; "Ez êdî ji wan heznakim."
Pêvçûnên ku li navçeya Surê ya Amedê pêk tê bê guman travmayê herî mezin zarok dijîn. Zarokên ku ji ber qedexeyê derketina kolanan de, li malde dorpêç kirî mane, ne tenê ji leystûkan bê par man di heman demê de di serşoyê de bi saetan li bendê rawestandina pêvçûnê man. Yek ji wan zarokan M.D. a 8 saliye zilma dewletê di dilê xwe de jiyan kir. Rûxmî ku temenê wî biçûke bûyerên ku dîtî û jiyan kiriye bi mezinahiyek bi mera parve kir. Ew jî dixwaze li kolanan bileyze lê bi gumana ku wê tiştek bibe ne wêre derkeve kolanan.
'Ji ber tirsê ez nexweş ketim'
M.D., bi çend peyvan bûyerên ku jiyan kiriye vegot. M.D., carnan bi hereketên destan, carnan bi gotin û carnan jî li ser pirsên me dikeniye û bersiva me dide. M.D., êrîşê dewletê wiha anî ziman: "Em li malbûn, dayîka min ji min re got derneyê derve. Ez giriyam ew jî li ser min bi hêrs bû û got 'dê tiştek bê serê te polîs tên'. Min jî ji dayîka xwere got 'polîs tiştek ji me nakin, ji me hezdikin' lê dayîka min bawer nekir. Em li mal rûniştîbûn bi yek car dengê teqînê hat. Ez gelek tirsiyam. Dayîka min, min hemêz kir û got 'netirse'. Ji ber tirsê ez nexweş ketim."
Bi paçên şil guhê zarokan digrin
Dema ku me jê pirsa dengê çend teqîn û çek hatin kir bi tiliyê destê xwe nîşan kir û wiha got "Min gelek deng bihîst." Rûyê şer ê herî bi êş ji xwe ev bû. Eger zarokên ser vê erdîngariyê dijîn û ji xeyalên xwe tên mehrûm kirin ev rûyê rast a polîtîtikayê şere. Ji aliyek kampanya zarok biçin dibistanê û ji aliyê din li Kurdistanê perwerdehiya zarokan tê qedexe kirin. Zarokên Surê ên ku her bi dengê çekan hişyar dibin, ji bo ku netirsin dayîkên wan paçê şil datîne ser guhê zarokên xwe. Piraniya camê mala hatî şikandin, her kolanek şopê guleyan lê tê dîtin, qadê zarok lê dileyzin hatî xirab kirin û dibistan jî hatine hilweşandin. Li beramberî vê yekê jî hinek zarok ji kolanan naçin mal.
'Ez êdî ji wan hez nakim'
M.D. ji ber polîsên ku li ser baniyê xaniyan hatine bi cih kirin nikare bileyze bi hêrse û wiha dibêjê: "Ez êdî ji wan hez nakim. Ji ber wan ez nema hevalên xwe dibînim." Belê zarokên ku polîsan wek qehremanek didîtin, ji ber dibin asteng li pêşiya leystûkên wan êdî nayên heskirin.
(rc)