'Em zarokên mehsumên di salên 90'an de hatine qetilkirinin emê serî netewînin'
10:41
Şehriban Aslan / JINHA
AMED - Li Farqînê di roja 8'an de qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Jinên Farqînê gotin: "Bila her kes bizanin ku em zarokên mirovên mehsumên di salên 90'an de hatine qetilkirinin. Em jî îro mezin bûn û li hemberî we derketin." Jinan dazanîn ku ewê serê xwe li hemberî kesê nedanin.
Li navçeya Farqîna Amedê qedexeya derketina kolanan a hatî îlankirin di roja 8'an de berdewam dike. Êrîşên polîsan berdewam dikin, di encama êrîşan de 6 sivîlan jiyana xwe jidest dan. Dema ku em li taxên êrîş lê neyî geriyan jin li hemberî qetilkirina sivîlan û ji aliyê mediyaya serdest ve ew weke 'rerorist' binav kirin bibertekin û wiha gotin: "Kengê mirovên xwestine xwe biparêzin û xwe rêve bibin bûne terorîst. Bi salane dewlet bi Farqînê re mijul dibe. Heya niha ti tindî û zilmê nekariye berxwedana me bişkîne, dê ji niha û şon de jî nekarin bişkînin."
'Dê ticarî gelê Farqînê serî netewîne'
Jinên Farqînê bilêv kirin ku ji salên 1990'an heya niha dewlet êrîşî Farqînê dike û wiha domand: "Dewletê hewilda bi faîlên kiriyar nediyar dersê bide me lê nebû. Mal û gundê me şewitandin cardin nebû. Heya nihatişta ku dewlet hîn nebûyî serînetewandina gelê Farqînê ye. Heya niha çawan me serî netewandiye emê ji niha û şon de jî netewînin."
Li Taxa Feridun jina 40 salî ji nava bombebaranê serê xwe rakir û got: "Hun dibînin, ne wisan zilma li me dikin. Bikêşin û zilman ku em di navê de dijîn binivîsin. Li sê taxan qedexeya derketina kolanan heye. Bi rojane em agahî ji mirovên xwe yên dinava taxên qedexe de nagirin. Destê me li ser dilê meye. Li wê xizmên me bi qirkirinê re ru bi ru mane. Çima kes dengê me nabihîsin."
'Emê ticarî serî neçemînin'
Jina 20 salî ku esnafiyê dike anî ziman ku metirsiya wan a herî mezin tiştek ji welatiyên di nava taxên dibin êrîşê de bê. Jina ciwan bûyerên salên 90'an li Farqînê derketine bibîrxist û diyar kir ku heya niha wan ne li hemberî dewletê, ne li hemberî hizbûlahan serî netewandine û wiha dom kir: "Her roj dewlet me dikuje. Ew difikirin ku dê bi qetilkirinê me binbêxin. Lê ew nizanin ku kurd bi êşkişandinê bihêz dibin û berxwedanê mezin dikin. Heya niha me li hemberî ti tindî û zilmê serî netewandiye û emê ji niha û şon de jî serî netewînin. Bila her kes bizane em zarokên gelê mehsum ên ku di salên 90'an de hatine qetilkirinin. Em niha mezin bûn û li hemberî wene."
(zt)