İHD a Colemêrgê tecrîd şermezar kir

12:57

JINHA

COLEMÊRG - İHD a Colemêrgê di derbarê tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike civîna çapemeniyê lidarxist. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê Komeleyê İsmail Akbulut axivî û got: "Em weke Komelaya Mafê Mirovan bang li rayedarên Tirkiyê dikin ku, bi lez li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin û tecrîda heyî bê rakirin."

Komeleya Mafê mirovan a Colemêrgê (İHD), der barê tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam diki de civîna çapemeniyê lidarxist. Di civîna çapemeniyê ya li havahiya ÎHD'ê hatî lidarxistin de Hevserokê Komeleyê İsmail Akbulut axivî. Îsmaîl balkişand ser tecrîta giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha got: "Di Newroza 2013'an de Rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan dest bi pêvajoyek nu kir. Pêvajoyek dirêj şer nebû. Lê piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê AKP'ê ji ber encamên dixwest bidest negirt dest bi konsepta şer kir û êdî pêvajoya çareseriyê bidawî kir. Demdirêje Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dibin tecrîdê de tê girtin. Piştî Hilbijartinên 1'ê Mijdarê şer zêdetir giran kirin û zêdetir êrîşberdewam kirin. Em weke Komelaya Mafê Mirovan bang li rayedarên Tirkiyê dikin ku, bi lez li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin û tecrîda heyî bê rakirin."

(zyd/zt)