Li Şirnexê gel taxên xwe diparêzin
13:23
JINHA
ŞIRNEX - Li taxa Dîcle ya Şirnexê piştî rêveberiya cewherî hat îlankirin, polîsan tax dorpêç kir. Polîsan ketin û derketina taxê qedexe kir. Li dijî vê pêkanîna polîsan gelê taxê serî hilda. Piştî gel destûr neda ku polîs têkevin taxê dengê çekan li taxê bilind dibe.
Li Şirnexê taxên ku rêveberiyên cewherî tên îlankirin, polîs êrîşan zêde dikin. Piştî li taxa Dîcleyê jî rêveberiya cewherî hat îlankirin, zext û dorpêça polîsan a li ser taxê zêde bû. Saet di 10.00'ê sibê de gelek tîmên taybet bi gelek maşîneyên zirxî taxa Dîcleyê dorpêç kirin. Polîsên tax dorpêç kirin, ketin û derketina taxê li welatiyan qedexe kir. Welatiyên taxê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan û li dijî dorpêça polîsan serî hildan. Welatiyan destûr nedan ku polîs têkevin taxê. Polîsan jî li derdorê gule berandin û dengê çekan bilind bûn. Piştî êrîşa polîsan zêde bû û dengê çekan bilind bû, mamosteyan dibistan vala kirin û xwendekar şandin malbatên wan.
Li taxa Dicleyê dengê çekan bilind dibin.
(zt)