Bernama çalakiyên 25'ê Mijarê ya jinên Kobanê diyar bû

15:50

JINHA

KOBANÎ - Bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star û Mala Jinan ji bo diyarkirina çalakiyên 25'ê Mijdarê ji bo jinan civîn hat lidarxistin. Jinan di civînê de bernameya çalakiyên xwe diyar kirin.

Bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star û Mala Jinan li Navenda Partiya Demokratik civînek ji bo eşkera kîrîna amedakariyên 25'ê Mijdarê hat lidarxistin. Di civîna ku bi bejdariya hemû saziyên jinan pêk hat de biriyar hat girtin ku çalakiyên 25'ê Mijdarê ji 11'ê mijdarê despêbikin. Di civînê de di derbarê çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê bên lidarxistin de biriyar hatin girtin. Dê çalakiyên 25'ê Mijdarê bi duruşma "Bi giyana jina kobanê li dijî tindiyê tekoşîna xwe bilind bike" bên lidarxistin.

Çalakiyên 25'ê Mijdarê wihane;

Dê ji 11'ê Mijdarê heya 25'ê Mijdarê ji aliyê Rêxistina Yekîtiya star û Mala Jinan ve di derbarê şideta ser jinan tê kirin û li hemberî wê hişmendîkirinê li hemû gund, navçe û navendan dê çalakiyên cihê reng bên lidarxistin.

Dê ji aliyê Saziya Ziman û Partiya Demokratîk ve ji bo xwendekarên peyîmangehê girêdayî şideta ser jinan tê kirin semîner bê dayîn.

Navneda Çand û Hunerê li gel Desteya Jinan dê li Navenda Çand û Hunerê keda destê jinan pêşkêş bikin.

Dê Meclisa Zanonsaz jî li saziya xwe girêdayî şideta ser jinan berdewam dike semîner bide.

(re/zt)