25'ê Mijdarê: Xwişkên Mîrabel… Di lêxistinekê de jinên ku zingilên şer lê dixin (1)
09:16
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di şopa dîrokê de xwişkên Mîrabal… Ger xwişkên Mîrabal ne hatibana qetil kirin jî dê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinê ya Navneteweyî hebana lê jinên ku mîrasê dewr girtine bi bîranîna xwişkên Mîrabal berxwedana jinê ya li hemberî hişmendiya mêr nîşanî mêran didin.
Li bakurê Komara Domînîkê di 25'ê Mijdara 1960'an de li binê endalekê cenazwyê sê jinan hat dîtin. Cenaze aîdî xwişkên Mîrabal bûn. Xwişkên bi navê Patrîa, Mînerva û Marîa ên ku li gundê Ojo De Agua yên Salcedoyê hatin dinê û li hemberî dîktatoriyê têkoşiyan û pêşengên Tevgera Clandestîna bûn.
Dîktator Rafael 50 hezar kes qetil kirin
Di wê demê de li parzemîna Amerîkayê, serowezîrê Komara Domînîk ku yek ji dîktatorên dest bi xwîn Rafael Trujîllo hebû. Rafael ku bi darbeya leşkerî bû desthilatdar û bi dengên gel serokwezîrtî kir, dest ji desthilatdariyê hatine xwarê red kir. Rafael wekî serokekî polîtîk-leşkerî 31 sal Komara Domînîk bi awayekî dîktator birêvebir.
Rafael ê ku Narsîst bû, navê bajara û çiyayan guherî, navê xwe lê kir tehemûlî nêrînên ku dijberî wîne nedikir. Rafael jî bûyerên wekî Tirkiyeyê ku mafê mirovan tê binpêkirin, binçavkirin, mirovên di bûyerên 'kiryar ne diyar de' hatin qetilkirin li Komara Domînîkê pêk anîn. Rafael wekî kiryarê 50 hezar kesên ku di qetlîama "parsley" ya li hemberî Haîtîlîleran pêk anîn tê nasîn.
"Pepûleyên" bi tahluke yên li hemberî dîktatoriyê hatin qetilkirin
Li hemberî dîktatoriya Rafael li welat bi awayekî veşartî rêxistin tên avakirin. Yek ji van jî xwişkên Mîrabal ku bûne mijara 25'ê Mijdarê pêk tînin. Xweişkên Mîrabal kutevgera wan wekî "Pepûle" jî tê zanîn ji aliyê 3 jinên bi wêrek ve tê avakirin. Xwişkên Mîrabal û hevjînên wan ku ji bo mafê mirovan û demokrasiyê têkoşiyan ji aliyê Rafael ve wekî terorîst hatin îlankirin, bi hincetên dê zirarê bidin hevgirtina welat û xayînên welatin gelek caran hatin girtin û berdan. Xwişkên Mîrabal ku dewletê dest danî ser mal û erdê wan, herî dawî ji ber gotinên Rafael ên li pêşberî gel ên wekî "Du pirsgirêkên welat ên mezin dêr û xwişkên Mîrabal in" hedef hatin nîşandan.
Piştî 23 roj di ser axaftinên Rafael de derbas bûn cenazeyê xwişkên Mîrabal di 25'ê Mijdara 1960'an de li bakurê Komara Domînîkê li ber kendalekî hatin dîtin.
Salvegera roja şermê
25'ê Mijdarê wekî roja qetilkirina xwişên Mîrabal ên li hemberî dîktatoriyê têkoşîn dan meşandin û ji aliyê dîktatoriyê ve hatin qetilkirin dimîne û heta roja me ya îro hat. 25'ê Mijdara salvegera, xwişkên Mîrabal ên ku ji aliyê leşkerên dîktatorê ve hatin tecawîzkirin û bi awayekî hovane hatin qetilkirin, her wiha salvegera şerma mirovahiyê ye. Xweişkên Mîrabal ku navê kod yê yek ji wan "Pepûle" bû, ji vî navî îlham hat girtin, ji wê rojê heta îro li Domînîk û li tevahiya cîhanê bûn efsane û her sal tên bibîranîn.
Dedê qehremantiya xwişkên Mîrabal vegot
25'ê Mijdara 1960'an her wiha roja raperîna gel a li hemberî Rafael a li Komara Domînîkê tê zanîn. Rafael bi qetilkirina xwişkên Mîrabal, hezaran kesan û kesên li hemberî xwe dihizirî ku herikîna ku xwişkan ava kiriye bisekinîne. Lê piştî qetilkirina xwişkên Mîrabal, DYE'yê piştgiriya xwe ya ji bo Rafael paşde kişandin û di 30'ê Gulana 1961'an de Rafael bi suîqastekê hat kuştin. Di Sibata 1963'an de piştî salên dirêj Komara Domînîkê cara yekem bi pergalek demokrat deng bi kar anî û hikûmeta xwe hilbijart.
Ji xwikên Mîrabal ku di wesayîtê de nebû û ne hat qetilkirin Dadê Mîrabal hemû jiyana xwe ji bo vegotina têkoşîn û qehremantiya xwişkên xwe xerc kir.
Hemû jinên cîhanê "Pepûleyan" bi bîrtînin
25'ê Mijdarê ku roja têkoşîna jinan a li hemberî şîdet û qetlîaman destpêkê di 25'ê Mijdara 1981'an de di Komcivîna Jinên Amerîkaya Latîn wekî "Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinê ya Navneteweyî" hat qebûlkirin. Piştre di sala 1985'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve"25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinê ya Navneteweyî" hat îlan îlankirin. Ji sala 1981'an ve jinên li hemû deverên cîhanê sê "Pepûleyên" ku bûne efsane bibîrtînin.
Jin li hemberî newekheviya zayendiya civakî, cudahiyan, şîdeta baviksalarî ya civakê, şîdeta di nava malê deperestiyê, netewperestiyê piştevaniya xwe dihûnin û dengê xwe bilind dikin.
(mb)