Li Rojava navnîşana çareseriyê Mala Jinan e

09:17

Şînda Ebdullah /JINHA

DIRBÊSIYÊ - Mala Jin a bajarê Dirbêsiyê di 6 heyvan de bu navenda çareseriya pirsgirêka civak û jin. Rêvebera Mala Jin Şemsa Ferhad derbarê xebatên xwe de axivî û wiha got, "Em bi xebatên xwe hewl didin têkoşîna jinan bilind bikin."

Li Rojava xebatê înşakirina xweseriya demokratîk bi pêşengiya jinan tê rêvebirin. Li bajarê Tirbêsiyê a Kantona Cizîrê Mala Jin a ku berî 6 heyvan hatî vekirin bûye navenda çareseriya pirsgirêkên civak û jinê. Derbarê xebatê de Rêvebera Mala Jin Şemsa Ferhad agahî da û diyar kir ku ew di nava 6 heyvan de 151 pirsgirêk çareser kirine û li ser pirsgirêkên din jî lêkolîn dane despêkirin.

'Em hewl didin têkoşîna jinan bilind bikin'

Şemse da zanîn ku ew hewl didin pirsgirêkê civakê bi bilind kirina têkoşîn û xûrt kirina zanistiyê jin çareser bikin û wiha domkir: "Armanca vekirina navenda Mala Jinê ew e ku jin bên vir û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û çareserî bi piştgiriya jinan peyda bikin. Herî zêde pirsgirêk di navbera hevjînan de dertên holê. Em bi parastina mafê jinan hewl didin pirsgirêkan çareser bikin. Di heman demê de em hewl didin têkoşîna jinan bilind bikin. Jin dê tu carî zilm û koletiyê nepejrîne. Mafê jiyanê jinan heye. Ji hemû pêkhatiyan jin tên vir û pirsgirêkên xwe vedibêjin û riyê çareseriyê bi nêrînên cûda tên peyda kirin.

'Mala Jin bûye perestgeha jinan'

Şemsa destnîşan kir ku Mala Jin ji bo jinan gelek bi sûd bûye û wiha domkir: "Jin gihêştine asta ku pirsgirêkên xwe bi aweyek hêsan bînin ziman û analîzan pêş bixin. Ji ber ku jin xwe li vir rihet tînin ziman Mala Jinê jî êdî weke perestgeha jin tê dîtin. Ji ber ne tenê cihê çareseriya pirsgirêkane her wiha cihê parvekirin û hêzkirina têkiliyane. Lewra bûye navenda rêxistin kirin û pêşxistinê."

(rc)