KESK'a Colemêrgê ji bo şermezarkirina komkujiya Enqerê meşiya
09:19
JINHA
COLEMÊRG - Şaxa KESK'a Colemêrgê ji bo şermizarkirina komkujiya li enqereyê pêk hati û ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayi meş li dar xist.
Şaxa KESK'a Colemêrgê ji bo şermizar kirina komkujiya Enqereyê û bîranîna kesên têde jiyana xwe ji dest dayî bi tevlibûna Endamên KESK'ê, Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yıldız û Nazmi Cuşkon û endamên partiya demokratika gelan (HDP) ê meş hat lidarxistin. Meş li ber avahiya KESK'ê dest pê kir heya ber avahiya Şaredariya Colemêrgê. Di meşê de pankarta "Em êrişa hovane lanet dikin" û "Bi rik aşti,bi rik berxwedan" hatin vekirin û diruşimên weke "Ferqin bi tenê nine" û "Hesaba komkujiyê dê bê dayin" hatin birezkirin. Meş li ber Şaredariya Colemêrgê bidawî bû. Di dawiya meşê de daxuyanî ji aliyê Berdevkê KESK'ê Suleyman Aşkan ve hat xwendin.
Suleyman anî ziman ku ji bo berdewamkirina rêya hevalên wan ên di oxira aştiyê de çune çî bikeve ser milê wan dê bikin û wiha got: "Li ser komkujiya Enqerê re mehek derbas bû. Ev meh ji bo me bû meha heri dirêj. Heya niha kujer nehatine ditin û hesab nehatiye pirsin. Em rêhevalên xwe bi keda wan a aştiyê û demokrasiyê bibir tinin û soza berdewamkirina doza wan a aştî û demokrasiyê didin. Piştgiriya gelê me êşa me sivik kir. Em hevalên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî bi rêzdari bibirtinin. Qada ku komkujî lê pêk hatî navê wê dê bikin qada aştî, demokrasî û kedê. Bila hikumet bi lez dest ji vam politikayan ber de. Em bi rik dibêjin em bêzar nabin, paşde naçin, birik aşti, birik berxwedan."
Meş bi diruşimên "Gelê farqinê bi tenê nine" û "Dê hesabê komkujiyê bê pirsin" bidawî bû.
(zyd/zt)