Girtiyên PAJK'ê emê 'Tîma îskenê ya DAIŞ'ê' bişopînin

09:52

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PAJK'ê di derbarê tima ku tê gotin tima DAIŞ'ê ye li Muduriyeta polîsan a Rihayê îskenca zayendî li jinên girtî kirine daxuyanî da û gotin: "Emê di derbarê Şaxa TEM ya polîsan a Emniyeta Muduriyeta Navenda Rihayê de serlêdana suc li Serdozgerê Komarê û Wezîrê Dadê bidin. Ji bo xwedîderketinê em bang li hemû rêxistinên jinan û saziyên mafê mirovan dikin ku bikevin nava tevgerê."

Girtiyên PAJK'ê di derbarê tima ku tê gotin tima DAIŞ'ê ye li Muduriyeta polîsan a Rihayê îskenca zayendî li jinên girtî kirine daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye: "Di 7'ê Hezîranê de vîna gelan a ku li ser sindoqan hatî diyarkirin hezim nekirin, bi hişmendiya DAIŞ'ê hikumeta AKP'ê bi awayek herî qirêj şer da meşandin. Qehremanê welatê me, zarokên şatiyê qetilkirin, avêtin kolanan, li du panzeran kêşan, îskence kirin, girtin û hewildan bi êrîşên ser bedana jinê deshilatiya xwe qayîm bigirin. Deshilatê ku ji hemû deshilatên demboriyê ders negirtî, ji bo ku tenê biçe deshilatiyê rejîma xwe ser xwînê ava dike, di rewşa gafletek dîrokî dene.

Polîsên deshilatiyê bi gotinên 'Em DAIŞ in' îskencê dikin

Ruyê xwe yê dijminiya jinan li Rihayê di girtina du jinan îskence kirina wan û zarokan de carekdinê derxistin holê. Deshilatiya êdî pêdivî bi veşartina têkiliyên xwe û DAIŞ'ê nabîne polîsên wê bi gotinên weke 'Em DAIŞ in' ser hevalên me yên jin û zarokan tecawîz jî di navê de sepandinên dermirovane dane meşandin.

Bi berxwedana jinên kurd DAIŞ binket

Bi hêza tevgera azadiyê û vîna jinan çeteyên qatîlên DAIŞ'ê binketin. Berxwedana ku bi pêşengiya jinên kurd li Kobanê û Rojava destanî bûyî çeteyên DAIŞ'ê xistin nava metirsiyê. Dê li aliyê Tirkiyê jî berxwedana jinan bi heman awayî bilind bibe. Êrîşên ser jinên kurd ji dîrokê heya niha bi polîtîkayên bişaftin û qirkirinan berdewam kiriye. Bi darbeya salên 80 û 90'an polîtîkayên bi îskencê teslîmgirtinê xistin meriyetê. Lê jinên kurd ticarî neketin û bi bilindkirina tekoşînê bersiva wan dan. Weke ku tecawîzkarên DAIŞ'ê nekarîn jinên kurd binbixin, bi giyan û bedena deshilatiyê ya tecawîzkar emê ticarî nekevin.

Banga ji bo hemû sazî têkevin nava tevgerê

Em girtiyên PAJK'ê heya ku ji tecawîzkaran hesabê nepirsin emê vê dozê bernedin. Ji bo wê jî emê di serî de polîsên Şaxa TEM ya Emniyeta Muduriyeta Navenda Rihayê, ji bo hemû berpirsan serlêdana suc li Serdozgeriya Komarê û Wezîreta Dadê bidin. Ji bo wê jî divê hemû rêxistinên jinan û saziyên mafê mirovan têkevin nava tevgerê."

(zt)