Sewqiyata leşkerî li Farqînê zêdedibe şer giran e

10:11

JINHA

AMED - Hat zanîn ku ji şeva dinê ve li Farqînê sewqiyata leşkerî gelek zêdebûye û şer giran e.

Li navçeya Farqîna Amedê di roja 9'an de qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Îro zêdetir êrîş giran bûne. Ji duh bişev heya niha sewqiyata leşkerî gelek zêde bûye. Hat zanîn ku bi çekên giran hewildidin têkevin taxên Tekel, Konak û Mescitê. Li taxa ku Aktîvîstên KJA, Saziyên Jinan û Parlementerên HDP'ê heyî tîmên tayîbet hewildidin bi alîkariya polîsan operasona leşkerî bikin. Wesayîtên zirxî ji dur ve taxê topbaran dikin. Li hemberî operasonan jin bi tilîlî û duruşman bersivê didin.

Parementera HDP'ê Feleknas Uca got: "Şer giran bû, her dem dikare li Farqînê qirkirin bê jiyankirin" û diyar kir ku divê kes li hemberî hewlên qirkirinê yên li ser Farqînê dikin bêdeng nemînin.

Li aliyê dinê jî hat zanîn ku polîsên tîmên tayîbet li taxên ku qedexeya derketina kolanan lê nîne dest bi operasonê kirine. Hate ragihandin ku di dema operasonê de polîsên tîmên tayîbet derê malan dişkênin û dikevin hindir.

(bc/zt)