Zuhal Tekiner: Li Farqînê ser vîna gel êrîş heye bêdeng nemînin
11:43
JINHA
AMED - 9 rojin bê navber berxwedana gel li hemberî êrîşan berdewam dike. Her diçe êrîş ser berxwedanê giran dibe. Hat zanîn ku li gelek deveran leşker hatine danîn. Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekiner banga berxwedanê li her kesê kir û got: "Hewildidin vîna gel a azad tine bikin. Parêzvanên mavê mirovan yên ji bo azadiyê diqêrin dema ku îro ji bo Farqînê dengê xwe dernexin sibê ji bo mirovahiyê jî nikarin dengê xwe derxin."
Li Farqînê di roja 9'an de berxwedan berdewam dike. Ji şeva dinê heya niha li gelek taxan leşker ji hewade danîne nava taxan. Li bajarê 6 welatî hatin qetilkirin, bê elektirîk, av û xwarin berxwedan berdewam dike. Gel li hemberî tank, topan û çekên giran çî bi destê wan dikevin bi wê li ber xwe didin. Derdora taxên Tekel, Mescit û Konak ên dibin dorpêçê de bi wesayîtên zirxî, kobra, panzer û tangan girtine. Tayîbetî jî Meydana Azizoglu ya ku hemû navçeyê dixe binçavdêriyê ji aliyê tîmên tayîbet ve hatiye girtin.
Ji 4 aliyan ve wesayîtên zirxî bi polîsên tîmên tayîbet hewildidin têkevin taxan, tayîbetî jî derdora YÎBO bi wesayîtên zirxî girtine. Dibistan û derdora dibistana taxa Mescitê tê gulebarankirin. Welatiyên Taxa Mescitê li hev kombûn bi duruşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Farqînê", "Bi berxwedanê emê biserkevin" û "PKK gele, gel li vire" li ber xwe didin.
Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekiner rewşa bajêr wiha anî ziman: "Bi qedexeyan rewş gelek giran bûye. Derdora taxan bi tangan hatiye girtin û tax tên topbarankirin. Tîmên tayîbet bi roketan taxan gulebaran dikin. Hewildidin vîna gel tine bikin. Parêzvanên mavê mirovan yên ji bo azadiyê diqêrin dema ku îro ji bo Farqînê dengê xwe dernexin sibê ji bo mirovahiyê jî nikarin dengê xwe derxin. Li cihên ku qedexe neyî jî her dem dibe ku guleyek ji deverekê ve bê. Metirsiya gel bi vî awayiye. Dema ku li cadeyan re derbaz dibin hesabê nekevin bin panzeran dikin."
Zuhal bilêv kir ku welatiyên li hemberî vê rewşê nerazîbûn nîşan didin jî dibin mexdurê êrîşên polîsan. Zuhal diyar kir ku welatiyê hewildidin dengê çekan û bombebaranê bi çalakiyên deng derxistinê bitepisînin rastî êrîşên polîsan ên bi ava şid, bombeyên gazê û gulebaranê tên. Zuhal da zanîn ku welatî hewildidin bi meşê têkevin taxên qedexe rastî tehdîdên polîsan ên weke "emê we gulebaran bikin" tên. Zuhal destnîşan kir ku li gel van hemû yan jî gel li ber xwe didin.
Zuhal derbirî ku ew hewildidin xwe digihînin welatiyên xwarina wan tine û bi rojanin zarokên wan tenê pariyek xwarin nedîtine û wiha dom kir: "Em nikarin xwe bigihînin tanên lê şer giranbûyî. Mirovên li Farqînê dijîn tecîha xwe ya rêveberiya xwecihî kirine. Hewildidin vê tercîha mirovan bi tang û topan bişkênin." Zuhal ji bo şikandina çembera derdora Farqînê banga hîn zêdetir tevlîbûna berxwedanê kir.
Her deqe êrîş hîn zêdetir giran dibin. Welatiyan diyar kirin ku dibin çemberê de êrîşên polîsên tîmên tayîbet 9 rojin berdewam dikin, her diçe êrîş giran dibe û ewlehiya canê wan nîne. Welatî bi berxwedanê bersivê didin qirkirin û êrîşan.
(kom/zt)