Li Farqînê herêmên sivîlan ji hewa de bombebaran dikin
12:00
JINHA
AMED - Li Farqînê herêmên parlementerên HDP'ê jî di navê de sivîl lê dijîn ji hewa de bi helîkopteran tên bombebarankirin. Ji aliyê polîsan ve zarokek 12 salî giran birîndar bû. Li mizgeftan tîmên tayîbet anonsên "taxên xwe berdin" dikin.
Li navçeya Farqînê êrîşa hêzên dewletê û qedexeya kolanan di roja 9'an de berdewam dike. Hêzên dewletê hem ji bejayî û hem jî hewayî gulebaran dike.
Li taxa Mescîdê ya wekilên HDP'ê Nursel Aydogan, Ayşe Acar Başaran, Sibel Yigitalp, Berdevka KJA'yê Ayla Akat jî heye helîkopter ji hewa de bombe dikin. Hat zanîn ku niha Farqîn di bin topbarana hêzên dewletê de ye.
Parlementerên ku di Mizgefta Taxa Mescitê denin diyar kirin ku ji hewa de tax bi helîkopteran tê bombebarankirin ji bo wê jî nizanin birîndar hene yan na.
Li Taxa Konakê jî zarokê 12 saliyê bi navê Îbrahim Yazkent bi guleya polîsan giran birîndar bû. Demdirê ji ber kes nedikarî ji taxê derkevin zarokê birîndar wiha ma û paşê ji aliyê welatiyan ve hat rakirina Nexweşxana Dewletê ya Farqînê.
Li aliyê dinê jî taxên Konak, Mescit û Tekel ên dibin dorêpêçê de polîsên tîmên tayîbet anonsên "taxên xwe berdin" dikin.
Li herêmê êrîş ser taxan bi tang, panzeran û hewayî berdewam dikin.
(bc-my/zt)