Melda Onur: Farqîn cihek ne dure, çavê xwe vekin
14:35
JINHA
STENBOL- Melda Onur li hemberî qedexeya derketina kolanan û qirkirinê banga li hemû kesiman kir û got: "Piştî 1'ê Mijdarê me tercîha çavgirtinê da. Di navendên wiha de hîn zêdetir binpêkirinên mafan tên jiyandin. Kes li wî aliyî nanêre. Bila her kes weke beriya hilbijartinê çavên xwe vekin û Farqînê bibînin."
Di roja 9'an de navçeya Farqîna Amedê dibin êrîşan de berdewam dike. Li bajarê 7 kes hatî qetilkirin bi guleya polîsan du zarokên temenê wan 5 û 12 salî giran birîndar bûn. Di mizgeftan de tîmên tayîbet anonsên weke "taxên xwe valekin" dikin. Parlementera CHP'ê ya berê Melda Onur ji durve li qirkirina Farqînê nêrîn rexnekir û da zanîn ku weke Farqîn li aliyê dinê yê cîhanê ye wiha lêdinêrin.
'Di şertên Tirkiyê de guherîn nîne'
Parlementera CHP'ê ya berê Melda Onur destnîşan kir ku dixwazin hişmendiyek weke her tişt normal diçe bidin avakirin û wiha domand: "Lê tiştek normal nîne. Beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê hemanbû, pêvajoya 1'ê Mijdarê jî heman bû, dê ji niha û şonde jî heman be. Di şertên Tirkiyê de tiştek nayê guhertin. 9 rojin qedexeya derketina kolanan heye. Heman şêwe di havînê de jî hat jiyandin. Li wê tekoşîn berdewame, lê li Tirkiyê weke ku Farqîn li goşeyê dinê yê cîhanê ye tê nêrîn."
'Farqînê bibînin'
Melda bilêv kir ku mediyaya alîgir li Myanmarê ji bo misilmanên dijîn danîna sindoqan xistin rojeva xwe lê Farqîn nedîtin û wiha berdewam kir: "Divê wekhev li hemû mexduriyetan bên nêrîn. Gelo li wê sindoq bi bêmafî, li vêderê bimafdarî danîn? Lê mixabin dixwazin ev rewş gelek bandor neke. Tiştek nehatiye guhertin. Hîna tindî li ser kurdan, elewiyan û gelêndinê berdewam dike. Ger heya duh rewş xirb bûye, dê ji niha û şon de jî xirab berdewam bike. Muxalîf tenê Enqere û Stenbol nîne. Divê li Cizîr û Farqînê jî xwedîderkevin. Bila her kes çavên xwe vekin. Piştî 1'ê Mijdarê me tercîha çavgirtinê kir. Di navendên wiha de hîn zêdetir binpêkirinên mafan tên jiyandin. Kes li wî aliyî nanêre. Bila her kes weke beriya hilbijartinê çavên xwe vekin û Farqînê binêrin."
(zt)