Li Xatuniyê çeteyên DAIŞ'ê ketine çembera Hêzên QSD'ê

14:48

JINHA

NAVENDA NUÇEYAN – Hêzên QSD’ê di roja 12’an a operasyona li başûrê Hesekê de ketin bajaroka Xatuniyê. QSD'ê piraniya bajarokê xistin kontrola xwe û şer didome.

Hêzên QSD’ê operasyona xwe li derdora Gola Xatuniyê û bajaroka Xatuniyê dijwar kir. Hêzên QSD’ê şevê din saet derdora 02.00’yan de ji aliyê Holê ve li hemberî bajaroka Xatuniyê operasyon da destpêkirin. Di operasyonê de riya Hol û Xatuniyê ket bin destê hêzên QSD’ê. Ji aliyê rojhilatê Xatuniyê ve jî gundên Siriye Hacana û Mievaste hatin rizgarkirin. Bi vî rengî bajaroka Xatuniyê û gola wê bi temamî hate dorpêçkirin. Di pevçûnan de heta niha 45 çete hatine kuştin û 2 tirimpêlên wan ên bombebarkirî hatin rûxandin.

Çeteyên ku li hemberî operasyonê bêçare mane jî dest bi revê kirine. Hinek komên çeteyan ber bi aliyê Şengalê ve reviyan, hinek çeteyan jî hewl dan ku di gola Xatuniyê de bi melevaniyan birevin. Di operasyona ku hîn dom dike de li navenda bajarokê jî 2 tax ketine bin kontrola hêzên QSD’ê. Pêşketina hêzên QSD’ê ya li bajarokê didome.

(zt)