Cenazê Gerilayê HPG'ê Ahmet Korkmaz li Colemêrgê bi girseyî hat defin kirin
16:56
JINHA
COLEMÊRG - Gerila yê HPG'ê Ahmet Korkmaz,(Agit Tolhildan) li Colemêrgê bi girseyî hat oxirkirin.
Gerila yê HPG'ê Ahmet Korkmaz,(Agit Tolhildan) ê li Elkê di êrîşên hewayî de jiyana xwe jidest dayî li Colemêrgê bi girseyî hat oxirkirin. Cenazê Ahmet yê li Morga Nexweşxana Meletiyayê dihat hiştin ji aliyê malbata wî ve hat girtin û bi merasîmek girseyî li Colemêrgê hat pêşewazî kirin. Di merasîmê de parlementyerên HDP'ê yên Colemêrgê Nihat Akdogan, Abdullah Zeydan, û Selma Irmak jî amadebûn. Di merasîmê de duruşmên "Bijî Serok Apo", "Heval Ahmet nameire" û "Farqîn nebitenê ye hat bilindkirin" di merasîmê de Parlementerê HDP'ê Nihat Akdogan axivi û got: "Piştî hilbijartinê hikumeta AKP'ê dest bi operasyonan kir û Tirkiye vegerande kaosê. Heya niha jî li Ferqinê û gelek deverên din pefçunên dijwar diqewimin. Gel bi komkujiyê re ru bi ru ye. Em naxwazin ne gerila ne ji leşker bimirin. Şer çareseriyê nayîne. Bila hikumet bi lez dest bi muzekarayan bike. Serê tevahiya gelê me û malbatê sax be."
Birayê Ahmet, Hamit Korkmaz jî wiha got: "Ev cenaze yê tevahiya Kurdistanê ye. Serê gelê me sax be. Em dê her tim rêya birayê xwe bişopinin serê gelê Kurdistanê sax be."
Piştî axaftinan cenazê Ahmet li Şehîdgeha Serê Sola hat definkirin.
Piştî definkirinê girse bi duruşmên "şehit namirin" derbazî konê şînê bûn.
(zyd/zt)