Li Farqînê mudaxeleyî girseya xwestin bimeşin taxan hat kirin - DEQEYA DAWÎ
17:12
JINHA
AMED - Li Farqînê dema ku girseya gel a di navê de parlementerên HDP'ê jî heyî ber bi taxên şer lê giran bûyî ve meşiyan rastî mudaxeleya polîsan a bi bombeyên gazê û guleyên rastîn hatin.
Li Farqîna qedexeya derketina kolanan lê berdewam dike bi hewayî û peyatî êrîş ser giran bûn. Di navê de nûnerên KJA, parlementerên HDP'ê Besime Konca, Feleknas Uca, Îdris Baluken, Altan Tan, Îmam Taşçier û Mahmut Togrul jî heyî li gel heyeta DBP û HDP'ê gelek welatî ber bi deverên şer lê berdewam dikin Taxên Tekel, Mescit û Konakê ve meşiyan.
Li peyî meşê polîsan bi bombeyên gazê û guleyên rastî êrîşî girsê kirin. Ji ber bombeyên gazê gelek welatî xirab bandorbûn. Hîna de derbarê birîndar hene yan ne de agahî nayê girtin.
(bc/zt)