Parlemterên Colemêrgê mazbatên xwe girtin
17:47
JINHA
COLEMÊRG - Parlementerên Colemêrgê mazbatên Parlementeriyê girtin.
Parlementerên Colemêrgê Selma Irmak, Nihat Akdogan û Abdullah Zeydan li gel heyeta HDP û DBP'ê çun Parêzgeha Colemêrgê û li wê mazbatên Parlementeriyê wergirtin. Parlementeran piştî mazbat wergirtinê li ber parêzgehê daxuyani da çapemeyê. Di dest pêkê de Selma Irmak axivi.
Selma diyar kir ku 1'ê Mijdarê vina gel li bin dorpêçan de bu û wiha got: "1'ê Mijdarê gelê me vina xwe diyar kir. Li Colemêrgê 3 parlementr derxistin. Em hêvî dikin ku ev serkeftina gelê me bibe sedema aştiyî û çareseriyê. Em bi van hêviyana mazbatên xwe digirin. Gelê me vîna ku teslimî me kirî emê xwedi lê derbikevin. Ew peyvira ku li ser milên me, emê wê berpirsyariyê bi cîh bînin. Hevalên me yên ku ji bo xebatên hilbijartinê şev û roj dixebitîn em spasiyên xwe jê re pêşkeş dikin. Em ji gelê Colemêrgê re bi rêzdari spasiyên xwe pêşkeş dikin."
(zyd/zt)