Figen Yuksekdag: Divê gelên Tirkiyê bi giyana Farqînê dakevin qadan

17:48

JINHA

AMED - Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag di derbarê rewşa li Farqînê ti jiyîn de beşdarî Televizyona Med Nûçe bû û diyar kir ku divê gelên Tirkiyê bi giyan û sekna Farqînê dakevin qadan.

Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag di derbarê êrîşên 9 rojin li Farqînê ser gel berdewam dikin de beşdarî Televizyona Med Nûçe bû û destnîşan kir ku ser gelên demokrasiyê dixwazin hewla qirkirinê heye û wiha domand: "Divê hemû gelên demokrasiyê dixwazin li Farqînê xwedî derkevin. Tenê li Farqînê nabe. Ji xwe yên li wê tişta dikeve ser milê wan dikin. Divê her kes peyîwira dikeve ser milê wan bînin cîh. Divê hemû gel li hemberî şerê AKP'ê dayî despêkirin di nava hevkariyê debin."

Figen bilêv kir ku divê gelên li Tirkyê bi giyan û sekna Farqînê dakevin qadan û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku li berxwedana Farqînê xwedî derkevin. Ezê jî sibê biçim Farqînê. Divê ji bo xwedîderketina berxwedana Farqînê gel dakevin qadan."

(zt)