KJA yê li Colemêrgê semînera tenduristiyê da jinan

17:58

JINHA

COLEMÊRG – Li Mala Gel a taxa Ormanê ya Geverê hemşireyên girêdayî KJA’ê semînera tenduristiyê dan jinan.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê hemşîreyên girêdayî Kongreya Jinên Azad (KJA), têkîldarî 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan, semînera tenduristiyê dan jinan. Seminer li Mala Gel ya taxa Ormanê hat dayîn. Di semînerê de jinên Meclîsa Gel û gelek jinên taxa Ormanê amade bûn. Hemşireyan der barê nexweşiyên ku di têkiliyên jin û mêran de derkevin holê û gelek nexweşiyên din jin agahdar kirin. Jinên tevlî semînerê bûn pisgirêkên rojane dijîn anîn ziman. Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(zt)