Li ser Sînemaya Amudê ku têde 300 zarok şewitandin re 55 sal derbas bû
09:41
Roksen Efrin /JINHA
AMUDÊ - 13'ê Mijdarê salvegera şewitandina Sînemaya Amudê a ku têde 300 zarokan jiyanan xwe jidest dayiye. Di derbarê bûyerê de Dayîka Nora Îbrahîm wiha got: "Ew roj li ser serê me bû weke roja qiyametê. Qêrîn û hewara mirovan biser bajarê Amudê diket."
Serdestên her dem bi xwînê dijîn û pêşeroja civakan mêtînger dikin di dîrokê de li ser vê erdnîgariyê gelek qirkirin pêkanîne. Di 13 Mijeder a sala 1960'an de agir berdan Sînemaya Amudê û têde zêdetirî 300 zarokan di nava agir de jiyan xwe ji dest dan. 13'ê Mijdarê salvegera qirkirina zarokên Amudê ye, lê hîna qirkirina zarokan berdewame li ser vê axê. Dayîka Nora Îbrahîm a ku wê demê ew ew bûyer bi çavên xwe dîtiye di derbarê bûyera hatî jiyankirin û şewata zarokan de axivî.
'Di nava zarokan de her kes li cenazê zarokên xwe digeriyan'
Dayîka Nora Îbrahîm ya 88 salî di derbarê şewata Sînemaya Amudê û komkujiya zarokan de wiha got: "Di roja agir bi Sînemaya Amudê ket û ewqas zarok şewitî de hevserê min jiyana xwe jidest da. Wê demê ez 28 salîbûm, li malê bûm. Hevserê min ji malê derket pir dem derbasnebû min dengê hewarê bihîst, hinekan hewar dikir. Min ji tirsa ceyran hemû vemirandin û pace girtin. Ji bo denê ji deve bibihîsim ez li ber pacê runiştim. Ew roj li ser serê me bû weke roja qiyametê. Qêrîn û hewara mirovan biser bajarê Amudê diket. Cîranan ji min pirskirin ku kesê te di nava wî agirî de heye. Ez wê demê di şoqêdebûm. Paşê li mizgeftê banghindêran ku her kes biçin cenazê zarokên xwe yên şewitî bigirin. Ez jî çum mizgeftê min dît kincên zarokan hemû li ser wan heliyaye. Di dema şewatê de av li zarokan kiribûn. Li kêleka min yekê ji bo min got; 'Tiştek bi te nîne ez zaroka xwe têxim navê û bibim.' Ez hema çum geriyam min jêre beteniyek anî. Her kes di nava zarokan de li cenazê zarokên xwe digeriyan. Ji ber şewatê gelek zarok nedihatin naskirin."
'300 zarok şewitandin'
Nora destnîşan kir ku wê demê dewleta Suriyê ser wan tirsek mezin çêkir û xwest wê komkujiyê bide jibîrkirin û wiha domand: "Wê demê gelek gotin belavkirin ji bo ku rastiyê veşêrin û bidin windakirin. Wê demê rapor ji bo Fransayê hat şandin. Lê tiştek nehat kirin. Welatiyên Amudê bi êşa xwe re man û bandora wê heya roja îro jî berdewam dike. Heta navê zarokên di sînemayê de bi şewatê jiyana xwe jidest dan jî nedidan raya giştî. Di dawiyê de navê 180 zarokan dan raya giştî. Lê di rastiyê de zêdeyî 300 zarok hatin qetilkirin di nava wî agirî de."
Nora bang li gel kir ku komkujiyên di dîrokê de hatine jiyandin jibîrnekin, ji bo niha jî bikarin li hemberî heman hişmendiyê li ber xwe bidin û wiha pêde çu: "Divê gelê me di roja îro da vê çerokê fem bikin buyera wê demê bi roja niha va gerêdaye. Îro jî dijimin êrîşî waletê me dikin, me talan û weran dikin. Em gelê kurd piwîste ticarî vê ji ber nekin. Ji bo şehîdên wê roj reş û tarî ez dibêjim giyan û axa wan pîroz bû ji bo wê li berxwe dan. Emê her demê wan bi bîr bînin."
(zt)