Li İzmirê ji bo Farqînê jinan vapur îşkal kirin 16 binçavkirin

10:35

JINHA

İZMİR - Ji bo balkişandina ser rewşa Farqînê ku 10 rojin dibin dorpêçê de êrîş berdewam dikin KJA, Jinên Halkevciyê û jinên HDP'ê vapur îşkar kirin.

Ji bo balkişandina ser rewşa Farqînê ku 10 rojin dibin dorpêçê de êrîş berdewam dikin KJA, Jinên Halkevciyê û jinên HDP'ê vapur îşkar kirin. Jinên ku vapura ji aliyê Karşiyakayê diçu Konakê îşkal kirin di dema çalakiyê de pankartên weke "Deng bidin Farqînê, heya qirkirin nesekinin emê jî nesekinin" rakirin û bi hêsinên derdora vapurê ve kirin. Di dema çalakiyê de jinan dem dem duruşmên weke "Sara şer jin aştiyê dixwazin", "Faîlê Enqerê qatîlê Farqînê" û "Jin jiyan azadî" bilind kirin. Komek jinên di destê wan de dovîzên weke "Bifikirin zaroka di himbêza we de ji ber dengê gulebaranê û topan diqêre" û "Bifikirin av, xwarin, elektirîk û bijîşk nîne" heyî ji jinan re sedema çalakiyê û rewşa Farqînê vedibêjin. Çalakiya jinan ji aliyê rêwiyan ve bi çepikan hat pêşewazîkirin û heya dawiya rêwitiyê jinan vapur îşkal kirin.

Piştî îşkala vapurê jin ji Konak Îskeleyê heya Kemeraltiyê meşiyan, di ketina Kemeraltiyê de jinan dest bi çalakiya runiştinê kirin.

Mudaxeleyî jinan kirin 16 binçavkirin

Di dema çalakiyê de polîs hatin cihê bûyerê bêyî mudaxelekirinê dest bi binçavkirina jinan kirin. Dema ku jinan li hemberî binçavkirinê li ber xwe dan hatin darbkirin. Di dema berxwedana jinan de polîsan bi tundî mudaxelek kirin, porê jinan kaşkirin, jin bi erdê ve xişikandin, kincên wan ên ser derxistin û ew derb kirin. Li ser ruyê jinan şopên lêdanê diyarbûn. Dema ku bi xişikandinê jin girtin binçavan di wê navberê de jinan duruşmeyên weke "Jin jiyan azadî" û "Deng bidin Farqînê" bilind kirin. Hat zanîn ku 16 jin girtin binçavan.

(zt)