Di roja 10'an a dorpêça Farqînê de kesekdin jî hat qetilkirin
11:18
JINHA
AMED - Di roja 10'an a dorpêça Farqînê de kesekdin jî hat qetilkirin. Li navçeya ku dibin dorpêçê de hijmara kesên hatin qetilkirin gihiştî 7'an gel ji rewşa sivîlan û tayîbetî ji ji rewşa zarokan bigumanin. Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca got: "Em nikarin xwe bigihînin taxan û agahî bigirin. Di saetên serê sibê de li sê taxan şer giran bû. Ji bo sekinandina van qirkirinan divê her kes dakevin qadan û bêdeng nemînin."
Li navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya derketina derve kete roja 10'emîn û di êrîşên li dijî gel de ciwanekî din jî hate qetilkirin. Tank û leşkerên ku sewqî navçeyê hatin kirin ve êrîşên li dijî gel zêdetir bûn û duh êverê li taxa Mescîtê ciwanê bi navê Suleyman Guleç hate qetilkirin. Cenazeyê Suleyman ji taxê hate wergirtin û ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê.
Bi qetilkirina Guleç ve li Farqînê hejmara welatiyên ku hatin qetilkirin derket 7'an. Li navçeyê dengê çek û teqînan serê sibehê jî berdewam dike. Li başûrê navçeyê ji herêma Gaza Topê leşker bi wesayîtên zirxî êrîşî taxan dikin. Dîsa li cadeyên Azîzoglu, Kaniya Dergê, Bedlîsa kevn jî tîmên taybet bi çekên giran û bombeyan êrîşan pêk tînin.
'Tenê kesek jî bimîne emê berxwedanê berdewam bikin'
Gulistan Dogen a ku xizmên wê li taxên dibin dorpêçê denin diyar kir ku bi salane gelê kurd rastî polîtîkayên bêdeng kirin û tinekirinê tên û wiha domand: "Xwestin me bibişêfin nebû, em revandin nebû, em înfazkirin nebû, bi sedan mirovên me bi hev re bombebaran kirin nebû. Di mijara tinekirina vî gelî de biser neketin. Dê ticarî jî bisernekevin. Ev gel ji xwîna zarokên xwe ji nû ve hebûna xwe dane avakirin. Bi xwîna zarokên xwe me karî ser vê axê bijîn. Li kolan û taxên dorpêçê mirovên di salên 90'an de xizmên wan hatîn revandin û windakirin hene. Dayîk, bav û zarokên vî gelî hatin revandin û windakirin, cardin serî li ber dewletê nedanî. Emê dest ji ax, kolan, mal û zarokên xwe bernedin. Emê vê axê bi destê DAIŞ'ê û hevkarên wan ve bernedin. AKP'ê bi lîstokan deng dizîn. Vîna vî gelî gasp kirin. Niha bi wê vîna gaspkirine li me dixin. Ev dorpêç ne 10 rojan 10 salan berdewam bike emê dest ji vê axê bernedin. Di wan taxan de kesek tenê jî bimîne, emê ji bo wan li vêderê bi tilîlî û duruşmên xwe di berxwedanê debin. Ger ew me terkî mirinê dikin, emê jî vê axê bi destê wan ve bernedin û heya dawiyê li ber xwe bidin.
Besime Konca: Şer giranbûye
Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca got: "Em nikarin xwe bigihînin taxan û agahî bigirin. Di saetên serê sibê de li sê taxan şer giran bû. Ji bo sekinandina van qirkirinan divê her kes dakevin qadan û bêdeng nemînin."
(bc-be/zt)