Sebahat Tuncel hat binçavkirin paşê serbest hat berdan
11:26
JINHA
STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel li Balefirgeha Ataturkê hate binçavkirin, piştî karubarên dozgeriyê ji aliyê nobedarê dadgehê ve serbest hat berdan. Ji bo Sebahat derketina derveyî welat hat qedexekirin.
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel, ji ber lêpirsîna Dozgeriya Cumhuriyetê ya Bakirkoyê li Balefirgeha Ataturkê hate binçavkirin. Hate zanîn ku Sebahat, ji ber axaftina Newroza Stenbolê ya 2009'an û hin axaftinên ku di 2010'an de kiriye bi îddiaya "propagandaya rêxistina terorê" kiriye ji ber 2 lêpirsînên cûda hatiye binçavkirin. Sebahat, li gel polîsan anîn Edliyeya Bakirkoyê. Sebahat li dozgeriyê, bi daxwaza "kontrola edlî" sewqî dadgeha nobedar hate kirin û li wê serbest hat berdan. Lê ji bo Sebahat derketina derveyî welat hat qedexekirin.
(zt)