Li Hesekê Navenda Deruniya Jinan hat vekirin

12:32

JINHA

HESEKE - Bi alîkariya Desteya Jinan li Hesekê Navenda Deruni ya Jinan a Şehîd Amara hat vekirin.

Bi alîkariya Desteya Jinan li Taxa Miftî a bajarê Hesekê Navenda Deruniya Jian a Şehîd Amara hat vekirin. Desteya Jin Şaxa yekem a Navenda Deruniya Jinan li bajarê Qamişlo vekir û bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan li Hemberî Şidetê re li bajarê Hesekê jî Şaxa 2'emîn a Navenda Deruniya Jinan hat vekirin. Di merasîma vekirina navendê de gelek jin amadebûn. Ser navê Desteya Jinan Emîne Omer diderbarê vekirina navendê de nirxandin kir û got: "Ev navend ji bo jin di her awayî de serlêdan bikin û derdên xwe bînin ziman hatiye vekirin. Derê navendê her dem ji bo hemû jinan vekiriye û li benda serlêdana jinane."

Rêvebera Navendê Amara Majida Emîn jî vekirina navendê pîroz kir û wiha got: "Ji ber ku di bajarê Hesekê de şerek giran hat jiyîn, me dît pêdiviya jinan bi vekirina navendek wiha heye, ji bo em bibin bersiva hêvî û daxwazên jinan me ev kar da pêşiya xwe û navend vekir. Ev navend ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêkane, di heman demê de ji bo perwerde dayînê û jişmendîkirina jinan hatiye vekirin. Ji bo wê jî em li navendê li benda serlêndanên jinanin. Emê hewilbidin bi her awayî ji bo hemû jinên serlêdan bikin bibin alîkar."

Piştî axaftinan navend bi tilîliyan hat vekirin.

(gb-ee/zt)