Bi pêşengiya KJA yê Êlih ber bi Farqînê ve dimeşe

12:47

JINHA

ÊLIH - Ji bo şikandina dorpêça ser Farqînê di roja 10'an de berdewam dike bê şikandin bi pêşengiya KJA yê Êlih ber bi Farqînê ve meşiya.

Bi pêşengiya KJA yê Êlihî ji bo ku piştgiriyê bidin berxwedana gelê Farqîna Amedê ya ev 10 roj in di bin terora dewletê de ne û li ber xwe didin ber bi Farqînê ve derketin rê. Parlamenterên HDP'ê, rêveberên KJA, DBP û HDP'ê nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî di nav de gelek kes li ber Şaredariya Êlihê hatin cem hev. Beriya ku derkevin rê Parlementera HDP'ê Saadet Becerîklî axivî û diyar kir ku ew nizanin li Farqînê di encama êrîşan de çi diqewimin û dewlet ji bo tiştên diqewimin veşêre çûn û hatina taxan qedexe dike.

'Berxwedan dê bi Farqînê re bi sînor nemîne'

Saadet tiştên ku li Farqînê diqewimin wekî "şerê îmhayê ya ku dewletê li dijî gel daye destpêkirin" bi nav kir wiha got: "Heke tank ketibin navenda bajar, leşker daketibin, bi hewayî bi bombeyan piştgiriyê didin navê vê yekê şerê îmhayê ye. Lê tiştekî ji bîr dikin. Ev berxwedan dê bi Farqînê re bi sînor nemîne. Berpirsyarê hemû qatlîam û mirinan dewlet e. Heke tiştên ku li Farqînê dest pê kir bi diyalogê neyê çareserkirin dê li hemû navçe û bajaran belav bibe."

Saadet destnîşan kir ku li welat raya giştî ya demokratîk bêdeng e û divê hemû kes li dijî van qatlîaman dengên xwe bilind bikin.

Piştî axaftinan welatî bi çepik û tîlîliyan li wesayîtan siwar bûn û ber bi Farqînê ve derketin rê.

(zt)