Ji bo Farqînê li Colemêrgê çalakiya runiştinê
14:15
JINHA
COLEMÊRG - Duh gava ku xwendekaran xwestin meşe ji bo komkujiya ku li ferqinê pêk tê u ji bo tecrita li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike bimeşin polisan mudexele kir. Di mudaxeleyê de Parlementerên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan birîndarbûn. Parlementeran der barê êrişê de ji bo polisan û Waliyê Colemêrgê serlêdana suc kirin.
Li Colemêrgê gava duh dema ku bi pêşengiya Komeleya Xwendekarên Colemêrgê welatiyan xwestin bi boneya rewşa Farqînê û tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam diki de bimeşin rastî mudaxeley polîsan hatin. Di dema mudaxeleya polîsan de parlementerên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan hedef hatin girtin û hatin birîndarkirin. Parlementerên Colemêrgê Selma Irmak û Nihat Akdogan di derbarê Waliyê Colemêrgê û polisan de serlêdana suc kirin. Piştî serlêdana suc palementeran li ber Dadgeha Colemêrgê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak axivî.
Selma destnîşan kir ku divan demên dawî de her diçe êrîş zêdetir dibin û wiha domand: "Duh li Colemêrgê êrişek hovane li ser parlementeran û ciwanan kirin. Ji bo ku ew êrişa duh li vir pêk hati li darazê bê nişandan me der barê Waliyê Colemêrgê yê ev ferman dayî û polîsan de serlêdana suc kir. Ew bûyera ku duh li vir hatî jiyandin buyerek ji ne ji rêzêbû. Li vêderê emniyetê suc dikir. Ew êrîş li vîna gel hat kirin. Yên ku êrîşî gel û vîna gel dikin dê bên cezakirin."
Piştî daxuyaniyê parlementer li gel heyeta ku pêrebûn çun ber avahiya Şaredariyê û li wê dest bi çalakiya runiştinê kirin. Beriya çalakiyê ji bo sedema lidarxistina çalakiyê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak axaftinek kir. Selma balkişand ser êrîşên di serî de li ser Farqînê û tevahiya Kurdistanê berdewam dikin û wiha got: "Duh li vêderê ji bo pirotestokirina êrîşên ser Farqînê û tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike bi pêşengiya ciwanan gel xwest bimeşe. Lê meşa gel rastî êrîşên hovane hat. Vîna gel li vêderê hedef hat girtin. Em bi xwe jî birîndarbûn. Niha li Farqînê ser gel êrîş heye. Bila baş bizanin wan çawan nekarî têkevin Cizîrê dê nekarin têkevin Farqînê jî. Bila hêrsa vî gelî mezin nekin."
Selma ji bo despêkirina çalakiya runiştinê jî wiha axivî: "Ji bo şermezarkirina êrîşan emê niha li vêderê dest bi çalakiya runiştinê bikin. Emê ticarî desturê nedin ew têkevin nava taxên me. Ji bo wê jî çî bê xwestin emê bikin."
Piştî axaftinan li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê çalakiya runiştinê hat despêkirin.
(zyd/zt)