Li Farqînê êrîşî gelê ji bo şikandina dorpêçê meşiyan kirin
17:00
JINHA
AMED - Li Farqînê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag, bi fîşeka gazê ya polîsan ji serê xwe birîndar bû.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP'ê, ji bo dorpêç û êrîşên li ser Farqînê yên ku ev 10 roj in bênavber berdewam dike bişkînin, li Farqînê tevlî meşê bûn. Lê çawa ku meş destpêkir, polîs jî dest bi êrîşê kir.
Polîs, bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir û di heman demê de Fîgen û heyeta HDP'ê hedef girt û êrîşî wan jî kir. Yek ji fîşekên gazê ku polîsan hedef girt û avêt, li ser Fîgen ket. Fîgen ji ber fîşekê bi sivikî birîndar bû. Parlementerên HDP'ê jî ji aliyê polîsan ve hatin derpkirin.
Li navçeyê alozî berdewam dike.
(zt)