Polisan ji bo malbata zaroka wan hatî revandin gotin: Bi van pirsgirêkan newin ba me

17:02

JINHA

AMED - Zaroka 11 salî S.E ku di 9'ê Cotmehê de ji aliyê Mehmet Tulayê 28 salî ve hat revandin. Dema ku malbata zarokê di derbarê revandina zarokê de serî li qereqolê dan rastî bersivan; "Bi van pirsgirêkan newin gel me, bi terorê werin" hatin. Navenda Jinan Kardelen diyar kir ku ew ji jiyana zarokê bigumanin û daxwaz kir ku kesên keçikê bibînin an jî derbarê wê de tiştek bibihîsin, li hejmara 444 79 49 ya "Xeta Şidetê" bigerin.

Li navçeya Sûr a Amedê keçeke 11 salî, dema ji kargeha bavê xwe vedigeriya malê di 9'ê Cotmehê de hate revandin û ev 33 roj in tu agahî jê nayê girtin. Hate zanîn ku, piştî bûyerê bi rojekî, kesek bi navê Mehmet Tulay (28) li malbatê geriyaye û gotiye "Min keça we revand û ezê pê re bizewicim." Li ser bûyerê, malbat serî li Walitiya Amedê, Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û Serdozgeriya Amedê da lê hate zanîn ku rayedarên van saziyan ji malbatê re bersiva "Li Sûrê bûyer hebûn, betlaneya fermî kete navberê" dane.

Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Amedê, ji bo bûyerê protesto bikin li ber Adliyeya Amedê daxuyaniya çapemeniyê dan. Aktîvîsta KJA'yê Emîne Aslan, bertek nîşanî helwesta rayedarên dewletê da. Emîne diyar kir ku ev ji jiyana keçikê bi fikar in û bang li raya giştî kir ku seferber bibin. Emîne her wiha malbata Mehmet Tulay û derdora malbatê jî hişyar kir.

Emîne daxwaz kir ku kesên keçikê bibînin an jî derbarê wê de tiştek bibihîsin, li hejmara 444 79 49 ya "Xeta Şidetê" bigerin.

(zt)