Li Kobanê ji bo jinan semînera ser şidetê hat dayîn
17:16
JINHA
KOBANÊ - Jinên PYD'ê û Mala Jinan a Kantona Kobanê li Navenda Ciwanan sermînerek girêdayî şideta ser jinan lidarxist.
Jinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Mala Jinan li Navenda Ciwanan a Kobanê semînerek girêdayî şideta ser jinan lidarxistin. Di semînerê de pankartên weke "Emê bi tekoşînê dawî li şideta ser jinê bînin" û "Bi giyana jinê Kobanê bilind dibe" hatin vekirin. Semîner ji aliyê Rêveberên PYD'ê Narîn Temo, Ayîsel Ehmed û Rêvebera Mala Jinan Xalîse Hacîqadir ve hat dayîn. Semînerê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Bi dehan jinên Kobanê û jinên di saziyan de dixebitin di semînerê de amadebûn.
Semîner bi pirs û bersivan bidawî bû.
(rê/zt)