Nesrîna YPJ yî ji bo 'carekdin esaret neyê jiyankirin' dibêje tekoşîn
09:12
Şevin Şervan/JINHA
DERÎK - Dayîka 4 zarokan Nesrîn Şengalî di dawiya qirkirin û êrîşên çeteyan ser Şengalê de rizgarbûye. Nesrîn banga tevlîbûna nava refên YPJ'ê li hemû jinên Êzidî kir û got: "Dema ku em birêxistinbana dê jinên Êzidî nehatana revandin."
Nesrîn Şengalî ya ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Şengalê de sax rizgarbûyî beşdarî nava YPJ'ê bû. Nesrîna dayîka 4 zarokan ku di qirkirina Şengalê de hevserê xwe wenda kirî sedema tevlîbûna xwe ya nava refên YPJ'ê ji ajansa me re vegot. Nesrîn diyar kir ku dema wê hevserê xwe winda kiriye ji zaroka xwe ya çaran ducanîbûye û wiha domand: "Ji bo tolhildana jinên Êzidî, gelê Êzidî û hevserê xwe ez beşdarî nava refên YPJ'ê bûme. Tenê berpirsê van qirkirinan Serokê PDK'ê Mesut Barzaniye. Hêzên YPG û YPJ'ê em ji qirkirinê rizgar kirin."
'Dema ku em birêxistinbana dê qirkirina Êzidiyan çênebana'
Nesrîn destnîşan kir ku di dîroka Êzidiyan de ev qirkirin a herî mezine û wiha berdewam kir: "Di fermanê de yên ji bê avî û bê xwariniyê mirin hebûn. Jinên Êzidî bi zarokên xwe ve ketin destê çeteyên DAIŞ'ê. Çeteyan ciwan û zarok qetilkirin. Beriya ketina destê çeteyên DAIŞ'ê em jinên Êzidî di nava civakê de kolebûn, me nedikarî em xwe biparêzin, em bê perwerdebûn û me nedikarî em xwe bînin ziman. Me nekarî em li hemberî dijmin derkevin û parastina xwe bikin. Dema ku em rêxistinkirîbana dê jinên Êzidî nehatana revandin."
'Min perwerde da şervanên nû'
Nesrîn bilêv kir ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê wan cihê xwe guherand û wiha dom kir: "Di êrîşên çeteyan de hevserê min tevlî şer bû û şehîd ket. 4 zarokên min hene lê agahiya min ji wan nîne. Piştî qirkirinê ez beşdarî nava refên YPJ'ê bûm. Dema ku ez beşdarî nava rêxistinê bûm min tiştek nedizanî. Berê parastina cewherî û paşê jî dîroka partiyê, dîroka jinê û perwerdeyên îdeolojîk me dît. Paşê jî êdî min perwerde da şervanên nû. Êdî em jinên Êzidî hatine asta xweparastinê. Bi hêza ku me girtiye êdî li hember dijmin serê me bilinde. Bi hêza ku me ji hêzên YPG û YPJ'ê girtî û perwerdeya ku me dîtî êdî heya em saxbin emê desturê nedin ti êrîşan."
'Jin xeta sore kes wê xetê derbas nake, yê derbas ke dişewite'
Nesrîn anî ziman ku civak jinê bêhêz dibîne, lê bi saya felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan êdî jin dinava civakê de bihêz û bi vîn tê dîtin û wiha pêde çu: "Ev rêxistin rêxistina jinane. Heya ku em dijmin ji ser axa xwe dernexin, Rêber Apo ji girtîgehê dernexin û tola şehîdên xwe nehilînin em nikarin bêjin em azadin. Em weke jin dibe ku ji qirêjiyan pergalê pakbûne, niha kes nikare bi çavê xirab li me binêre, biçuk li me binêrin. Di nava rêxistinê de jin xeta sore, kes wê xetê derbas nake, yê derbas ke dişewite."
Banga ji bo jinên Êzidî beşdarî nava YPJ'ê bibin
Nesrîn bilêv kir ku bê cudahiya YPJ/YPG'ê ew şervanên nû digihînin û wiha bang li jinên Êzidî kir: "Bila êdî jinên Êzidî koletiyê nepejirînin, bila beşdarî nava rêxistinê bibin û xwe birêxistin bikin. Bila bikarin xwe îfade bikin ji bo ku bikarin xwe ji pergala mêran biparêzin. Tenê bi beşdariya nava rêxistinê dikarin pêşiya qirkirinan bigirin."
(zt)