Ev 11 roj e li Farqînê alozî berdewam dike
10:21
JINHA
AMED- Aloziya li navçeya Farqînê ev 11 rojin berdewam dike. Gelê Farqînê ku bi rojan e di bin êrîşan giran de ne, bi dengê çek û teqînan dest bi rojê kir.
Li navçeya Farqîn a Amedê qedexeya derketina derve û rewşa awarte ev 11 roj in bê navber berdewam dike. Bi sedan tîmên taybet û wesayîtên zirxî ketin navçeyê û bi çekên giran êrîşê gel dikin. Li navçeyê, hewldanên komkujiyê yên dewletê berdewam dike û gelê Farqînê jî li hember êrîşên bi tang û topan, xwedî li vîna xwe derdikeve.
Plîsên ku ketin navçeyê û navçe dorpêç kirin destûr nadin ku welatî ji malên xwe derkevin.
Her wiha di saetên sibê de jî ji taxên ku "qedexe" berdewam dike dengê çek û teqînan bilind bû.
(ho)