Şengal tê azad kirin

10:35

JINHA

ŞENGAL -Pengava azadkirina Şengalê di roja xwe ya 2’yemîn de bi hemû hêza xwe berdewam dike. Şervanên YBŞ-YPJ û gerîlayên HPG-YJA Starê yên ku bi hevparê li hember çeteyên şer dikin bajar xistin destê xwe.

Şervanên YBŞ-YPJ û gerîlayên HPG-YJA Starê bi hevparî ev 2 rojîn bi pengava azadkirina Şengalê bi çeteyên DAIŞ’ê re şer dikin. Hêzên YBŞ –YPJ û gerîlayên HPG- YJA Star li piştî ku li gelek taxên Şengalê operasyon dan dest pê kirin, niha hemû bajêr xistin destê xwe û Şengal di destê hêzên kurd de ye. Fermandariya Şengalê ya HPG’ê û Fermandarê YBŞ’ê derbarê operasyonê de daxuyaniya nîviskî xweşad û hat diyar kirin ku operasyona ku di 8’’ê cotmehê ji bo azadiay Şengalê hat despêkirin derbeyên giran li çeteyan dene û wiha hat gotin: “31’ê cotmehê de li gundên ku rojavayê Şengalê dimîrin operasyon hat destpêkirin û niha jî tevahiya bajarê ket bin qontrola me. Niha pengava azadiya Şengalê ket roja 2’yan û di destê hêzên me deye. Em hêvî dikin ku dê Şengaleke azad radestî gelê xwe bikin.”

(ho)