Ji şervanên pêngava azadiya Şengalê nirxandina ewîl
11:34
Tuba Akyilmaz/JINHA
ŞENGAL –Şervanên YPJ’ê ku ku ev 2 roj in bi pengava azadikira Şengalê li hemberî çeteyan li ber xwe didin diyar kirin ku dê Şengal bi têkoşina jinên êzî azad bibe û tekoşina jinan ya li Şengalê dê di cihanê de bibe mînak.
Bi hevpêşa şervanên YBŞ-YPJ û gerîlayên HPG-YJA Starê li Şengalê pêngava azadiya Şengalê dan destpêkirin. Jinên leheng ku ev 2 roj in li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li tevahiya bajar operasyon dan destpêkirin diyar kirin ku dê Şengal bi destê jinan azad bibe. Şervanên jin yên ku di operasyona pengavê de cih girtin û gundê Solaxê azad kirin ji ajansa JINHA’ê re axivîn.Şervana bi navê Delîla Şengal diyar kir ku têkoşîna jinên êzî dê di cihanê de bibe minak. Delîla destnîşan kir ku ew ji bo hemû gelê bindest şer dikin û ji îro niha bi berxwedana xwe dê her tim di rojeva cihane debin û her kes qala jinên kurd bike,
‘Şengal dê bi destê jinê azad bibe’
Delîla got ku bi pengava azadiyê re hemû bajar ji çeteyan rizgar bûye û dê di demek kin de çete li holê naminin û wiha pê de çû: “Hêzên li heremê naxwaze ku jin şer bike û bibe vîna berxwedanê. Demek demdirêj e ku ji bo şervanên YPJ’ê bi paşve bikişe di nav hewldana de bûn. Lê em têk neçûn û ji bo azadiyê heya dawiyê li ber xwe da. Ji ber ku dema dagirkirinê de bi hezan jin rastî êrîşan hatin û em ê tola wan hildin. Karê ku peşmergeyên KDP’ê nikaribû bikira em ê jin bikin û gelê xwe azad bikin.”
Delîla herî dawî destnîşan kir ku dê heya dawiyê li ber xwe bidin û Şengalê azad bikin.
(ho)