Jin di encam bombebaranê di birindar bû jiyana xwe ji dest da
11:43
JINHA
ŞIRNEX – Li navçeya Sîlopiya Şirnexê jina bi navê Fatma Yigit di encama avêtina bomeyên leşkerî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî bi giranî birindar bûn.
Du di derengiya êvarê de Fermandariya Leşkerî ya li taxa Şehîd Harun ya li navçeya Sîlopiya Şirnexê dimîne bombe avêtin nav gel. Bombeyên ku hatin avêtin piranî li nav taxan û bahçeyên avahiyên taxê ketin. Di encama bombebarandinê de welatiyên bi navê Fatma Yîgît, Servet Cîn, Hîşyar Konur, Evîn Harpût û kesekî navê wî nehat zelal kirin bi giranî birindar bûn.
Bi gorî çavkaniyên heremî kesên ji ber bombeyên birindar bûn dest û piyên wan jê hilbûne. Kesên ku birindar bûn ji aliyê xismên xwe ve rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopîyayê. Hat ragihandin ku jina bi navê Fatma Yîgît ligel hemû mudehaleyan jiyana xwe ji dest da.
Her wiha kesên birindar li nexweşxaneyê tên dermankirin.
(ho)