Li Erdîşê pêvçûn berdewam dike
12:02
JINHA
WAN – Li gundê Tendurekê ya Geliyê Zîlana ya Erdîşê di saetên serê sibê de ji aliyê leşker û polîsan ve hat dorpêçkirin û gund tê bombabaran kirin. welatiyên geliyên Zîlan
di nav fikaran de ne ku disa qetlîama Zîlan bê kirin.
Li herêma Zîlanê ya navçeya Erdîşê ya Wanê di navbera leşkerên derketin operasyonê û HPG'iyan de serê sibehê pevçûn derket. Di pevçûnê de leşkerek mir û 3 jî birîndar bûn. Li çoltera taxa Tendurekê pevçûn zêde bûn û leşker û tîmên taybet tax dorpêç kirin. Welatiyên ku derketin derve û li bendê ne di nav fikaran de ne ku 2’yemin qetlîama Geliyê çêbe.
Welatiyê bi navê Resûl Yaş destnîşan kir kul i cihê bombebarandinê de malbata wê jî heye û got ku ji bo wan di nav fikaran de ye. Rêsûl diyar kir ku ji dîrokê heya niha her tim li ser me komkujî tên kirin em ditirsin ku niha jî ev komkujî bên kirin û xizmên me jiyana xwe ji dest bên. Resûl daxuyankirin ku li ser jiyana wan gefek heye û dîtirsin.
‘Dewlet amedekariya komkujiyê dike’
Welatiyê bi navê Mehmet Alî Akin ji got ku li qada ku bambebarandin lê tê kirin malbata wî jî heye û ji bo wan di nav fikaran de ye û wiha got: "Dewlet berê jî li geliyê zilan dorpêç kir û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest da û niha jî gund dorpêç kirine û amedarakiya komkujiye dike.”
Welatiyê bi navê îsmet Alver jî anî ziman ku tiştên tên jiyandin dijî mirovahiyê ye û ev êdî neyê qebûl kirin. Îsmet bang li her kesî kir ku bila êdî li hember komkujiyan bi rêxistin bin û bibin yek.
Şêniyên gund danxuyakirin ku fermandarek û jinek jiyana xwe ji deset dane û 3 kes jî bi giranî birindar bûne.
(ho)