Pınar Aydınlar: Şengal azad bû dê Farqîn jî azad bibe

13:23

Beritan Canozer / JINHA

AMED - Hunermend Pınar Aydınlar a ku hatî Farîna dibin dorpêçê de got: "Zarokên malbatan ên ku bi torosên sipî qetilkirin Kobanê û Şengal azad kirin dê Farqînê jî azad bikin. Diyare ku hunê nikarin bi qetilkirinê gelek rêxistinkirî biqedînin."

Li Farqînê cara 6'an qedexeya derketina kolanan di roja 11'an de berdewam dike. Tîmên tayîbet dibin navê qedexeya derketina kolanan de ser gelê sivîl qirkirinê dike, malên sivîlan gulebaran dikin, jin û zarokan darb dikin û cihên dîrokî xira dikin. Ser gelê sivîlê dibin dorpêçê de girtine qirkirinê dikin. Ji bo bertek nîşanî bûyerêdanê ji gelek deverên weke Amed, Êlih, Wan û Şirnexê gel diherikin Farqînê. Ji bo li nik gelê Farqînê cîh girtinê yek jê jî Hunermend Pınar Aydınlar anî ziman ku li Farqînê bûyîn peyîwira xwe ya mirovî anîna cîhe û wiha domand: "Ez bang li her kesê dikim ku bên vêderê û peyîwira xwe ya mirovî bînin cîh."

'Li Farqînê bûyîn deyînê situyê meye'

Pinar wiha berdewam kir: "Bêguman zilma ku nihas li Farqînê tê meşandin, qirkirinên ku li Cizîr û Geverê hatin jiyîn di nava qirkirinên ku her dem di dîrokê de berdewam kirine ser gelan êdî pêdivî bi bangawaziyê jî nayê dîtin. Divê mirovahî îro li hemberî zilmê bisekine. Li Farqînê bûyîn deyînê situyê me hemûyane. Li gel tekoşîna li hemberî qirkirinan, êrîşên ser jin û zarokan tecawîz û revandina jinan li ber xwe dide sekinîn peyîwirek miroviye. Ez bawerim ku divê mirov vê hinekdin ji kurahiyê hîs bike û li ser vê axê berxwedanê bike. Ez yek ji yên ku min pêdivî bi bangê nedît û bi xwe hatim vêderê yîm. Min bang li hemû hunermendan kir û ez hatim. Lê min bersiva vê bangê nebihîst û ez bi tenê hatim."

'Yên vê bikin nayên efokirin'

Pinar bilêv kir ku wê mizgîniya azadiya Şengalê li Farqînê bihîst û ev mizgînî ji bo wê xwediyê giringiyek gelek mezine û wiha dom kir: "Niha herî zêde li gorî daxwazên mediyaya serdest mirov xwe li ser mediyaya civakî bîne ziman, lê ya herî giring li gel zarokên ku li ber serê me ser wana bomba tên barandin cîh girtine. Bêyî jiyankirina êşê hun li wê êşê xwedîdernakevin. Binêrin îro Şengal azadbû newisan? Ma dema ku em îro kelecana azadiya Şengalê dijîn em êşa revandin û tecawîzkirina bi hezaran jin û zarokan najîn? Divê lêxwedîderketin hebe. Ciwanên me yên nazik li peyî panzeran kaşdikin. Bedena zaroka 12 salî di bozdolabiyê de hêlan, ti ji vana nayê efokirin û terîfa wê nîne. Bila ev zilimkar bizanin ku her dîrok berxwedêrên xwe avadike. Belê hun bi hişmendiya faşîzmê bi her awayî êrîş dikin, lê niha li vêderê bi hezaran ciwanên ku li vê rêveberiya xwecihî xwedî derdikevin hene. Yên ku di salên 90'an de heskiriyên wan dibin panzêran de dihatin kêşan, niha li Kobanê şerek gelek giran kirin û biserketin. Diyare ku hun bi qetilkirin û çewisandinê nikarin vî gelî tine bikin. Ji ber wêye ku em van kêliyên dîrokî di pirtûkan de naxwînin û di sitiranan de guhdar nakin. Em di nava vê pêvajoya dîrokî dene û ji vê dîrokê re şahidiyê dikin. Divê yên dibêjin ez îro li Stenbol, Îzmîr û Enqerê dijîm, tiştek bimin nayê baş bizanin ku ev şerek mezhebî nîne û her kes dinava vî şerî dene."

'Bila ne xwîn gul birijin ser vê axê'

Pinar rexne li ronakbîran jî kir û got: "Berxwedan bi gotinan nayê parastin. Îro di hedefê de HDP heye. Hemû êrîş di kesayeta HDP'ê de tên kirin. Hewildide ji gelê deng dayî HDP'ê întiqamê digire, ji ber ku ji HDP'ê ditirse. Ji xwe HDP bi deng û rengê xwe raperîneke û ji vê raperînê ditirsin. Niha ciwanên ku bedenên xwe ji bo gel û axa xwe dikin siper di salên 90'an de torosên sipî bavê wan û xizmên wan revandine û winda kirine. Belê faşîzim eve, lê ya giring emê şoreşger li hemberî vê çî bikin? Îro tanê hêzên şoreşger bi hêzbûn û yekgirtinê dikarin li hemberî hemû qirkirinan bisekinin. Ev tekoşîn gelek dirêje emê di vê tekoşînê de gelek tişt jiyan bikin. Em dixwazin ne xwîn gul birijin ser vê axê, me her dem ev got. Ji bo wê jî ev tekoşînek demdirêje û emê di vê tekoşînê de gelek tiştan bijîn. Li vêderê ya giring ewe ku li cihekê dema ku em ketin bi hêza hevalên xwe em ser xwe ve bên û tam jî ji bo wê em li vêderê ne."

(zt)