Têkela KJA ya Edeneyê bernameya 25'ê mijdarê aşkera kir

13:35

JINHA

EDENE - Yekîneyên KJA ya Edeneyê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Jinê aşkera kir.

Kongreya Jinen Azad (KJA) ya Edeneyê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Jinê aşkera kir. Bernameya ku dê 10 roj berdewam bikin di her çalakî û şahiyê de rêveberî xweser dê bê vegotin.

Bername wiha ye;

Li Seyhanê

Di 15'ê mijdarê de roja yekşemê seat di 14.00'an li taxên Yenîbey, Huriyet, û Barbarosê civinên jinan dê bên li dar xistin.

Di 16'ê Mijdarê de seat 14.00'an li taxên Daglioglu û Firatê civinên jinan tên çêkirin.

Di 17'ê Mijdarê de roja sêşemê seat 14.00'an li taxa Gulbahçe û Kanalê civinên jinan tên çêkirin.

Di 18'ê Mijdarê de roja çarşemê seat 14.00'an li Ova , Onur, Uçak û Şakirpaşayê civina jinan

Di 19'ê Mijdarê de roja perşemê seat di 15.00'an de li taxa Denîzliyê civina jinan tê lidarxistin.

Di 21'ê Mijdarê de roja Şemiyê seat di 14.00'an de li taxa Kuçukdîkîliyê civina jinan tê çêkirn.

Li Ceyhanê

Di 25'ê Mijdarê de li navçeya Ceyhanê meşa girseyî dê bê li dar xistin.

(ho/zt)