Li Farqînê tîmên tayîbet Figen Yuksekdag û parlementer gulebaran kirin 1 giran 5 birîndar hene - DEQEYA DAWÎ

14:32
DEQEYA DAWÎ" class="social-twitter">

JINHA

AMED - Li Farqînê dibin dorpêçê de dema ku bi hezaran welatiyên di navê de Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag û parlementer jî heyî ji aliyê tîmên tayîbet ve hatin gulebarankirin. 1 giran 5 birîndar hene, gelek kes girtin binçavan. Êrîş li tevahiya Farqînê belavbûn, navçe dibin ewrê bombeyên gazê de maye.

Li navçeya Farqîna Amedê di roja 11'an de dibin dorpêça bajar de êrîş berdewam dikin. Girseya gel a ku ji hezaran pêkdihat di navê de Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag û parlementer jî heyî dema ku ji ber şaredariyê xwestin ber bi Taxa Konakê ve bimeşin ji aliyê tîmên tayîbet ve hatin gulebaran kirin. Girseya ku rastî gulebarana dijwar hat di navê de birîndar hene.

Di dema êrîşan de welatiya binavê Ustun Guneş bigiranî birîndar bû. 5 kes jî ji deverên cuda yên laşê xwe birîndar bûn. Ustun Guneşa birîndar sewqî Amedê kirin. Gelek kes girtine binçavan. Berpirsê polîsan tehdîda wekîl jî di navê de emê her kesê bigirin binçavan dike. Êrîş belavî hemû deverên bajêr bûye. Welatî ji bo şikandina çemberê berxwedanê berdewam dikin, tevahiya navçeyê dibin dumana bombeyên gazê de maye.

Niha tê dîtin ku ji nava taxê duman bilind dibe. Tê dîtin ku duman ji nava taxên Mescit û Tekelê bilind dibin.

Beriya çar rojan parlementerên HDP'ê Sibel Yigitalp, Nursel Aydogan, Ayşe Acar Başaran û Berdefka KJA yê Ayla Akat Ata, aktîvîstên KJA yê, Hevseroka Navenda HDP'a Amedê Gulşen Ozer ketine taxa Konakê û berxwedanê berdewam dikin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Sibel Yiqitalp diyar kir ku ev çar rojin ew di malekê de li gel welatiyan di berxwedanê denin. Sibel bilêv kir ku êrîşên polîsan û tîmên tayîbet ser 3 taxan berdewam dikin. Sibel anî ziman ku deverên polîs dikevinê, derê malan dişkênin û dikevin hindirê malan û lêgerînê dikin. Sibel da zanîn ku ji serê sibê ve dengê çekan û teqînên mezin tên. Sibel destînaş kir ku li gel her tiştî jî tayîbetî li taxa Konakê welatî li malên xizmên xwe dimînin û cihê xwe neterikandine.

Sibel diyar kir ku polîs bi wesayîtên zirxî dikevin hindirê taxan ser unîformên wan nivîsên weke "komendoyên wêrek" nivîsîne û wiha domand: "Ketina kesên wiha nayên zanîn kîne hindirê taxan tiştek divê neyê pejirandine. Bertekên gel pir mezin li hemberî wan heye. Bi hişmendiya îşkalê êrîşî taxan dikin. Emê bi gel re di van taxan de li ber xwe bidin. Bila her kes li berxwedana Farqînê xwedî derkevin."

(bc/zt)