Xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê standa pirtûkan vekirin
14:51
JINHA
COLEMÊRG - Xwendakên zaningeha Colemêrgê, li qantina zaningehê standa pirtûk, rojname û kovaran vekirin.
Xwendakên zaningeha Colemêrgê, li qantina zaningehê standa pirtûk, rojname û kovaran vekirin. Ji bo ku xwendekarên zaningehê ji her aliyî ve xwe pêş bixin stand vekirin. Xwendekarên stand vekiri diyar kirin ku wan ji bo xwendekar xwe di her aliyi de pêş bixin wan pêdivi dit ku standê vekin. Standa hatî vekirin ji aliyê xwendekaran ve rastî eleqeyek mezin tê.
Xwendekara bi navê Hatice Aslan diyar kir ku standa wan ji aliyê xwendekaran ve rastî eleqeyek mezin tê û wiha got: "Me bi armanca xwe pêşxistina xwendekaran ev stand vekiriye. Ji ber xwendekar niha ketine nava teknolojiyê ev jî dibe sedema ku xwendekar xwe pêşnexin û bi çend agahiyan ve sînor bimînin. Ji ber ku stand rastî eleqeyek mezin tê em bi vê nêzîkatiyê gelek şanazin."
(zyd/zt)