Rojnameger Vildan Atmaca û İdris Yılmaz hatin girtin

08:43

JINHA

VAN - Nûçegihana JINHA yê Vildan Atmaca û Nûçegihanê DİHA yê İdris Yılmaz, yên ku li Erdîşê hatin girtin bi îdiayên "propagandaya rêxistinê dikin" û "bêmafî li Serokomar kirine" hatin girtin.

Li navçeya Erdîşa Wanê serê sibê di şopandina nûçeyê de Nûçegihana JINHA yê Vildan Atmaca, Nûçegihanê DİHA yê İdris Yılmaz, Nûçegihanên ÎMC yê Bekir Guneş û Ruşen Takva hatin girtin, piştî karê wan ê li emniyetê ew derxistin dadgehê. Dema ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin nûçegihanên ÎMC'ê serbest hatin berdan, lê Vildan û Îdrîs bi îdiaya "propagandaya rêxistinê dikin" û "bêmafî li Serokomar kirine" hatin girtin.

Bi heman hincetê Vildan û Îdris dema ku derxistin dadgehê hatin girtin.

Nûçegihana ÎMC ê Ruşen Takva diyar kir ku dema li qereqolê dihatin girtin ew hatine darbkirin û bêmafî li wan hatiye kirin.

(zt)