Koperatifa Jin a Rezan bi navê 'Ekojin' tirşî çêdike

09:14

Şehrîban Aslan / JINHA

AMED - Koperatifa Jin a Rezan ya girêdayê Şaredariya Rezan bi navê 'Ekojin' tirşî çêdike. Jinên li koperatîfê dixebtin anîn ziman ku tirşiyê bi keda xwe çêdikin û difroşin. Jinên koperatîfê bang li hemû jinan kirin ku xwe mihtacî mêran nekin û xwe ji hişmendiya kevneperest xilas bibin.

Koperatifa Jin a Rezan ya girêdayê Şaredariya Rezan bi navê 'Ekojin' tirşî çêdike. Amûrên tirşiyê ji aliyê koperatîfê ve tên peyda kirin û jin jî tirşiyê çêdikin. 5 jin li koperatîfê tên cem hev û kedê bi destê xwe ava dike. jinên li koperatîfê bihevre dixebtin mînakê komînê didin ber çavan.

Naciye Piyala a li Koperatîfa jina dixebite anî ziman ku ji 20 rojî zêdetire ew dixwebtin û wiha got: "Rêveberiya koperatîfê ji me re got, amûrên tirşîyê ji aliyê koperatîfê ve dê were peyde kirin û jin jî dê bi çêkirina tirşiyê re mijûl bibin. Me îsal amadekariya 1000 bîdonên tirşiyê kir, lê belê salekadin di be ku ev hejmar zêde bibe. Em bang li jinên ku pêdiviyên wan bi kar heye dikin û dibêjin werin em bihevre bixebtin."

'Tirşiyê cûr bi cûr çedikin'

Nacîye qala bilêv kir ku ew tirşiya cur be cur çêdikin û wiha berdewam kir: "Em tirşiya xiyarên tirşînê, kelem, gizêr, qitî, û ya îsotê çêdikin. Dema tirşî tê çekirin pêşî gijnîj û meydenos dikeve binî, paşî rêz bi rêz kelem, gizêr, xiyar û îsotê dixin ser. Paşî sirke û ava bi xwey berî ser didin û ji bo tirşî kufikî nebe herî dawî toza tirşiyê dixin ser. Tirşiya tê amadekirin dibe ku meha di çilede 25 roja were seknandin û paşê were xwarin. Gelek kes gijnîj ji bo çiye nizane lê belê gijnîj hem bêhnma tirşiyê xweş dike û hem jî tirşiyê zer dike."

Ayten Aydin jî anî ziman ku hem karê malê hem jî karê koperatîfê bi hevre birê dibe û wiha dom kir: "Karê xwe yê malê dikim û zarokên xwe dişinim dibistanê, ku nan ne mabe li malê ez hevîr dikim û dipijînim. Paşê ji bo koperatîfê xwarinê ji mal dibim û diçim kar. Em bi hevalên xwe re bi hev re tirşiyan çêdikin û kedê bi destê xwe ava dikin. Bila hemû jin çavên xwe vekin û kesên bixwazin kar bikin li her qadê dikrin alternatîf bibînin."

(ha/zt)