'Şehîdgiha Herekolê' tê bombakirin

09:43

JINHA

ŞIRNEX - Balefirên şer ên artêşa tirk cara duyenîn "Şehîdgiha Şehîd Resul û Şehît Azîme" ya li Çiyayê Herekolê yê Perwariya Sêrtê bombebaran kirin.

Balefirên şer ên artêşa tirk cara duyenîn "Şehîdgiha Şehîd Resul û Şehît Azîme" ya li Çiyayê Herekolê yê Perwariya Sêrtê bombebaran kirin. Koma ku di navê de parlementerên HDP'ê jî heyî dema ku xwestin biçin herêmê destur nehat dayîn.

Hevserokên navçeya HDP'a Misrica Sêrtê Cemil Taşkesen diyar kir ku li herêmê mertalên zindî hene û wan agahiya operesonê jî girtiye. Cemil bilêv kir ku êrîşa ser goristanê nayê pejirandin û banga hestiyariyê li her kesê kir.

(mrg/zt)