Li Parîsê êrîşa bombeyî 150 kes jiyana xwe ji dest dan

09:49

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parîsê duh seatên êvarê de êrîşê bombayî pêk hat û di encamê de 150 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hikûmeta Fransayê li gel komkujiyê li welêt rewş derasayî îlan kir.

Li paytexa Fransayê Parîsê duh di seatên êvarê de li 2 cihan êrîşên çekdarî û bombeyî pêk hatin. Êrîşa ku li cihên cuda çêbûn herî kêm 150 kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokomarê Fransayê Francois Hollande li welêt rewş derasayî îlan kir. Dozgera Parîsê jî aşkera kir ku li heremê êrîşên bombeyî û çekdarî pêk hatiye. AFP'ê ji derheqê êrîşê de îdîa kir ku sedema êrîşê ewlehiye ji ber vê li Parîsê li 7 cihan êrîşên bombayî hatiye kirin.

Êrîşên çekdarî yên ku li taxa Charonne li salona konserê pêk hatiye. Hat zanîn ku êrîşkar li salona konserê kesên ku beşdarî konserê bûne dîl girtiye û bombe teqandiye ser wan. Tenê li salona konserê 100 kes hatin kuştin. Polîsên Fransayê li cihê êrîşê operasyon dan dest pê kirin.

Kesên ku li cihê bûyerê bûne anîn ziman ku êrîşkar bi sedan kes dîl girtiye û bi çekê otamotîk êrîş kiriye. Li Stadyuma ku maça di nav bera Fransa û Elmanya de berdewam dikir êrîşê bombeyî pêk hat.

Serokomarê Fransayê yê ku li Standê amade bû û maç demaşe dikir bi lezgînî Lijneya Wezaretê li hev kom kir û maseya qirizê avakir.

Çeteyên DAIŞ'ê komkujiya bi xwîn girt ser xwe. Çeteyên DAIŞ'ê li ser malperên ku nêzî wan in daxuyanî dan û gotîn ku ev komkujî yek ji 11'ê Îlonê ya Avrupayê ye.

(ho/zt)