Poyraz Ali yê 4 salî digirtîgehê de tê girtin jibîr nekin!
10:41
JINHA
STENBOL - Dayîka Poyraz Aliyê 4 salî ku dibin tehşîsa Atipik Otizm ê de tê girtin Zeynep Bakir bi boneya rojbûna zaroka xwe dest da pênûsê û nivîsek nivîsî. Zeynep got: "Li cîhanek a cenazê zarokan li kenarê avan tên dîtin ji xwe rojbûna Poyraz Ali û heta ew bi xwe pir ne giringe. Lê cardin jî em dayîk muameleya tinehesibandinê ser zarokên xwe napejirînin. Ez dixwazim bê şert û merc ji zagona zarokan sudê bigirim. Heta ez ji bo zaroka xwe derketina dibin çavdêriyê de jî dixazim. Poyraz Ali di girtîgehê de jibîr nekin.!"
Dayîka Poyraz Aliyê 4 salî ku dibin tehşîsa Atipik Otizm ê de tê girtin Zeynep Bakir ji bo zaroka xwe li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan dest daye pênûsê û nivîsek nivîsiye. Zeynep pirsgirêkên ku Poyraz Ali di girtîgehê de dijî aniye ziman. Zeynep ji bo ku zaroka wê bê tedawîkirin naxaze tenê deqeyekê jî windabike û banga hestiyariyê li her kesê kir.
Nameya ku Zeynep şandî jiderve wiha ye;
Îro 13'ê Mijdarê ye. Rojbûna Poyraz Ali yê zarokê vî gerliye û kurê mine. Li cîhanek a cenazê zarokan li kenarê avan tên dîtin ji xwe rojbûna Poyraz Ali û heta ew bi xwe pir ne giringe. Lê cardin jî em dayîk muameleya tinehesibandinê ser zarokên xwe napejirînin. Yên ku hişê wan li serîbin li hemberî vê rewşê bêdeng namînin. Tiştek ji destê me neyê jî emê bilorînin, teqez dê dengê me bigihe hinekan. Lê ezê nelorînim. Ezê herdem vebêjim bedelê ku poyraz Ali dayî. Zarokatiya Poyraz Aliy ziyan ji kuve bê dê sudê wê jî hebe. Divê yên vê bi zarok didin kişandin bên tehşîrkirin. Ji bo ku bi zarokên dinê nedin jiyandin. ji bo ku li gel yên vê didin jiyandin kar nemîne. Ji bo ku rojekê Poyraz Ali bêje; 'malbata min ya ji destê wan hatî kirin.'
'Ezê carekdinê jî çêroka lawê xwe vebêjim...'
Ezê carekdinê çîroka Poyraz Ali kinbikim. Îro êdî ew tam 4 saliye. Ev 2 salin digirtîgehê dene. Dema ku em ketin girtîgehê Poyraz Ali bi nexweşiya 'atipik otizm' ê ketiye. Beriya girtîgehê divê ji bo zaroka min bi awayê rehabilitasyon û kreşê lezgîn despêkiribana. Lê hîna despênekirî em hatin girtin. Di nava 5 mehan de me 3 girtîgeh guherandin. Bila pisporek ê vê mijarê di nava 5 mehan de 3 girtîgeh guhertina zarokekê binirxîne, dê zarok dinava giyanek çawan de be. Di dawiyê de em li Girtîgeha Bakirkoyê ne, hefteyê tenê du saetan dikare biçe rehabilitasyonê. Paşê jî kreş. Di derbarê kreşê de ti agahiyan nade. Ji bo zaroka min şandina kreşê tarîbûnek bû. Lê ji ber tedawiya wî weke şart min dişand. Poyraz Ali ji kreşê nefret dikir. Min bi zorê ew dida gardiyanan... Her roj... Xwarin biprisgirêk bû, lîstok bipirsgirêke...
'Em ji bo Poyraz Ali axivîn lê encam heman e'
Bi alîkariya hevalên xwe yên hindir min karî wan zoriyan derbaskim, ji derve jî kampaniyayek dan despêkirin. Kampaniya bi navê 'ji bo zarokên nexweş û pêdiviya wan bi rehabilitasyonê heyî derketina dibin çavdêriyê de' bû. Hinek çalakî hatin kirin. Di mediyaya civakî, rojname û tv yan de hat nirxandin. Girêdayî mijarê hinek gotinên Wezîrê Dadê yê demê Bekir Bozdag çêbûn. Di dawiyê de ev daxwaza me nehat pejirandin. Heta paşdexistina ceza jî nebû. Lê bi saya van xebatan saetên me yên perwerdê hatin zêdekirin. Ez bi xwe zaroka xwe dibim kreşê û tînim, êdî hinek lîstokên zarokan jî didin girtîgehê. Ev hemû karê min û zaroka min hêsan kir. Bigiştî rewşa zarokên di girtîgehê de hat nîqaşkirin. Hinekdinê peyîwirdar ketin zorkê ku hîn cudatir nêz bibin.
'Em dizanin mafên ku me ji bo Poyraz Ali bidestxistî ne mayîndene'
Di navberê de meh derbasbûn. Li Tirkiyê 2 hilbijartin û gelek qirkirin çêbûn. Di nava van hemû binpêkirinên mafan û qetilkirinan de em dizanin ku mafên me ji bo Poyraz Ali jî bidestxstî ne mayîndene. Di vê hefteyê de jî bi navê 'kalin kapakli' pirtûkek nedan hindir. Ji qefesa çukan heya pêdiviyên Poyraz Ali nadin hindir. Çî qedexeye û çî didin hindir pir ji hev nayên cudakirin. Hemû gav li burokrasî û sepandinên keyîfî diqelibin. Ji bo pirtûkekê em bi dehan caran daxwazname didin. Niha di vê hucrê de çiqas lîstok û pirtûkên Poyraz Ali hene, hemû bi tekoşînê hatine girtin. Du sal wiha derbasbûn. Lê ji bo di çileya sala 2016'an de em derkevin hîna 2 sal mane. Zagonek yê zarokan heye. Li gorî vê zagonê dayîkên zaroka wan dibin 0-6 saliyê de dema ku 2 sal bimîne dikare dayîka wan dibin çavdêriyê de bê berdan. Ez jî dayîka zarokek temenê wî dibin 0-6 saliyê de me û hem jî pêdiviya zaroka min bi rehabilitasyonê heye. Lê ligorî berpirsên girtîgehê ev zagon ji zaroka min nagire. Gelo çima? Ji ber ku ez girtiya siyasî me. Lê ev ji bo dayîkbûna min û zarokbûna Poyraz Ali girêdanek çawaye? Em ji dibin çavdêriyê de berdana min ji ber rewşa Poyraz Ali ya nexweşiyê û pêdiviya wi ya bi rehabilitasyonê derbazbûn, em dizanîn ku li ber çavan diyare dê Poyraz Ali ji zagonê zarokan jî sudê negire.
'Zagona zarokan heye û ew jî ji min nagire ne wisan?'
Ez vê napejirînim. Min ji faliyetên weke 'çuyîna 1'ê Gulanê', 'tevlî merasîma cenazeyê şoreşgeran bûyîn' û 'derxistina rojnamê' bi hincetên 'jiderveyî zagonan endamiya rêxsitinê' ceza dikin. Ez bi fikirên xwe hatime sucdarkirin û serde jî zaroka min jî xistine girtîgehê. Di vê girtîgehê de ji bo tedawiya zaroka xwe ez dinava hewildanan deme. Zagonek zarokan heye û ew jî ji min nagire. Gelo wihaye? Ji bo çî? bila Wezîrê Dadê vê hinek vebêje. Ma gelo ez ne dayîkim? Yan jî Poyraz Ali ne zaroke?
Hem jî ew zarokek yê pêdiviya wî bi tedawî û rehabilitasyonê heye. Bê şert û merc ez dixwazim ji zagona zarokan sudê bigirim. Heya ji bo zaroka xwe ez derketina dibin çavdêriyê de dixwazim.
Hun jî vê bixwazin ji bo bibe. Dibe ku zarokek ji zarokbûnê rizgarkirin ne cîhan rizgarkirinbe lê herî kêm cîhana wî rizgarkirine. Her wiha ev gavek ji bo welatek hîn zêdetir bedewe. Poyraz Ali di girtîgehê dene jibîr nekin..."
(zt)